Ji bo zarokê nexweşê DMD’ê banga piştevaniyê 2026-07-23 09:02:19   Buşra Turan   WAN- Dayika zarokên nexweşê DMD’ê Necdet Çelîk yê 7 salî, Pelîn Çelîk da zanîn ku kampanya ji bo dermankirina wî hatiye destpêkirin gihiştiye ji sedî 9’an û got lêçûna dermankirinê jî 3 mîlyar dolar e. Pelîn Çelîk wiha got: “Kurê min rîska windakirina meşê dijî. Ji bo vê em piştevaniyê dipên.”   Nexweşiya Duchenne Muskuler Dîstrofî (DMD) ku nexweşiyeke kêm tê dîtin û rê li ber helîna masûlkeyan vedike, bi demê re kronîk dibe. Dermankirina wê jî ne di çarçoveya sîgorteyê de ye û ji ber vê malbat ji ber vê pirsgirêkên mezin dijîn.   Zarokê bi navê Necdet Çelîk ê 7 salî ku li Wanê dijî li dijî vê nexweşiyê têdikoşe. Dermankirina wê li Dubaiyê tê kirin û ji bo vê nêzî 3 mîlyon dolar hewce dike. Kermesên li parka Hunerê ya Wanê pêk tên jî ji bo malbatan dibe deriyê hêviyê jî butçeya cemawerî têr nake û zarok di dema xwe de nayên dermankirin. Ji bo Necdet Çelîk kampanya hatibe destpêkirin jî 4 meh û nîv in hîna ji sedî 9 butçe hatiye temamkirin.   Dayika Necdet Çelîk, Pelîn Çelîk têkoşîna kurê xwe ya bi nexweşiya masûlkeyan re vegot û wiha anî ziman: “Ez banga piştgiriyê dikim ku ji bo dermankirina derveyê welat piştgirî bê dayîn. Kurê min nexweşê DMD’ê ye. Ev nexweşiya masûlkeyan bi zarokên kur re tê dîtinê ye. Kurê min biçûk bû nirxên wî yên CK’ê zêde derketin. Çar meh û nîv bû DMD hat teşhîskirin. Mixabin navbera temenê 7 û 10’an de nebînî destpê dike. Nexweşî pêş dikeve û bandor li hemû beden dike. Zarok pir caran heta 18 salî dikarin bijîn. Dermankirina li Dubaiyê ji bo me bû hêvî. Ev dermankirin dikare pêşî li helîna masûlkeyan bigire.”   ‘Lêçûna dermankirinê 3 mîlyon dolar e’   Pelîn Çelîk daxuyakirin ku ji bo dermankirinê kampanyayek bi erêkirina walîtiyê dane destpêkirin û got ji bo lêçûna demrankirinê 3 mîlyon dolar pêwist e. Pelîn Çelîk daxuyakirin ku çar meh in kampanya didome û ji sedî 9 temam kirine.   ‘Piştgiriyek têr tunebû’   Pelîn Çelîk bang kir û wiha dawî lê anî: “Ji bo dermanikrina zarokên DMD’ê divê piştevaniya civakî xurt be. Her diçe masûlke dihelin. Nebînî destpê dike. Ev rîsk hene. Dema me tuneye. Divê demildest kampanyaya me temam bibe. Em bang li hemû kesî dikin. Me kermes çêkir, bang li saziyan û çapemeniyê kir. Lê piştgiriya me dipa nehat dayîn. Yekane daxwaza me dermankirina zarokê me ye.”