Bîranîna Komkujiya Pirsûsê: Em ê mîrasa wan biparêzin 2026-07-20 14:34:20   RIHA - 33 rêwiyên komkujiya Pirsûsê li cihê ku hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di axaftinên bîranînê de hat gotin ku têkoşîn û xeyalên wan mîrasên wan e.   Bîranîna salvegera 11emîn a Komkujiya Pirsûsê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li ber Navenda Çandê ya Amarayê ya li navçeya Pirsûsa Rihayê pêk hat. Di bîranînê de birîndarên komkujiyê, nûnerên SGDFê, ESPê, Platforma Saziyên Demokratîk, Cîgirê Serokê Koma Partiya DEMê Sezaî Temellî û gelek welatî amade bûn.   Di bîranînê de wêneyên 33 rêwiyên jiyana xwe dest dabûn hatin hildan û ji bo bîranîna wan deqeyek rêz hat girtin.   ‘Rêwiyên xeyalan ji bo zarokan ketibûn rê’   Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî di bîranînê de axivî û bal kişand ser Şoreşa Rojava û wiha got: “33 rêwiyên me yên xeyalan dixwestin biçin Kobanê û ji zarokan re pêlîstok û şekir bibin. Lê rasterast bûn armanca komkujiyê. Di wê demê de dayikekê gotibû ‘Xwezî li şûna wan em bimirana, em fêrî êşê bibûn lê wan êş nedîtibû.’ Ev gotin bi xwe nîşaneya biratiya gelan e. Em ê têkoşîn û xeyalên wan pêk bînin.”   ‘Berpisyarê komkujiyê dewlet e’   Li ser navê SGDF'ê Asli Demîr jî diyar kir ku beriya 11 salan ji bo avakirina Kobanê ketine rê û ev tişt anî ziman: “Rêwîtiya wan ji bo biratiya gelên Kurd û Tirkiyeyê bû. Berpirsyarê vê komkujiyê dewlet e ku beriya teqîna bombeyan astengî çênedikir. Qatil hîn nehatine darizandin. Îro şahidên Pirsûsê salvegera komkujiyê li zindanan pêşwazî dikin. Em ê şehîdên xwe çi li zindanan çi li derve bînin ziman.”   ‘Em ê mîrasa wan biparêzin’   Ferhat Demîr jî li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê axivî û got ku piştî salan jî êşa wan nû ye û diyar kir ku dê mîrasa 33 rêwiyên xeyalan biparêzin.   Endamê MKY'ya ESP'ê Okan Daraci da zanîn ku ew daxwaza aştiyeke adil, wekhev û demokratîk dikin û wiha got: “Li vê baxçeyî xeyalên me veşartî ne. Daxwaza gelan a ji bo azadî û aştiyê qetil kirin. Lê em bin neketin. Aştiyeke ku li ser teslîmiyetê bê ferzkirin em qebûl nakin.”   Gaziyê Komkujiya Pirsûsê Efe Çatalbaşi jî diyar kir ku ew ji her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn wir û berpirsên vê komkujiyê ew kes in ku digotin ‘Kobanê ket û dê bikeve’.   ‘Em ê têkoşînê bilind bikin’   Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî destnîşan kir ku Kobanê hêviya gelan bû û ev tişt vegot: “Hêzên tarî û barbar hevalên me li vir qetil kirin. Rêya wan rêya demokrasiyê, sosyalîzmê û komara demokratîk e. Ji bo pêkanîna xeyalên 33 rêwiyên xeyalan em ê têkoşîna xwe hîn bêtir bilind bikin.”   Piştî daxuyaniyê, bi diruşmên ‘Bijî biratiya gelan’ û ‘Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo hemû kesî edalet’ qerenfîl li cihê komkujiyê hatin danîn. Paşê girseyê serdana goristana qurbaniyan kir.   ‘Têkoşîna wan têkoşîna me ye’   Li ser goristanê xizmên Osman Çiçek ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû, Hanim Çîçek axivî û ev peyam da: “Me ew ji bîr nekirin, têkoşîna wan têkoşîna me ye.”   Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.