DEM Partî li Wanê bi rojeva kongreya giştî civiya 2026-07-20 12:12:35   WAN - DEM Partiyê li Wanê berî kongreya giştî ya ku dê di meha Îlonê de bê lidarxistin konferansek li dar xist.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Partî) beriya kongreya xwe ya giştî ya ku dê di meha Îlonê de bê lidarxistin, li herêman konferansan li dar dixe. Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di vê çerçovê de bi dirûşma “Ji bo komara demokratîk ber bi civaka azad û rêxistinkirî ve” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê konferansek li dar xist.    Hevserokên DEM Partî û DBP'ê yên bajêr û navçeyên Wanê, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, aktivîstên TJA'yê, endamên meclisan ên şaredariyên DEM Partiyê, Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û endam û rêveberên saziyên civakî tev li konferansê bûn.   Piştî hilbijartina dîvanê, ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyan xwe ji dest dane deqeyak rêz hate girtin.   Li ser navê dîvanê Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê Veysî Dîlekçî axaftina destpêkê kir. Veysî Dîlekçî qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê ya ku di sala 2015an de li Navenda Çandê ya Amarayê ji aliyê DAIŞê ve hatibû pêkanîn bi bîr anî. Veysî Dîlekçî bi bîr xist ku pêvajoya Aştî Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, berdewam dike û wiha got: “Armanca vê pêvajoyê ew ê ku komareke demokratîk were avakirin. Ji bo ku her gel û her civak bi rengê xwe, nasnameya xwe bikaribe jiyana xwe bidomîne. Pergala kapîtalîst naxwaze ku gel xwe bi xwe, bi rê ve bibe. Lê armanca me jî ew ê ku em civakeke demokratî ku bikaribe xwe bi xwe bi rê ve bibe ava bikin. Ji bo vê jî em di nava xebatan de ne. Em di pêvajoyeke xwe ji nû ve rêxistinkirinê de ne. Berî Kongreya Giştî ya partiya me em jî civîn û konferansan pêk tînin û kêmasî û nebesiyên xwe nîqaş dikin.”   Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.