ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-19 09:00:00   * Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat da zanîn ku ev 11 sale ji bo 33 Rêwiyên Xeyalê bê navber têkoşîna edaletê dimeşînin û da zanîn ku yên ji êrişê berpirs nehatine darizandin, êrişên li hember ciwan û Rojava jî didomin. BI DÎMEN    * Berdevka Kongra Star a Kobanê Nadiya Heso li ser Şoreşa Rojava, diyar kir ku Kobanê li berxwe da û bi ser ket û wiha axivî: “Dijmin dixwast di şexsê Kobanê de gelê kurd tune bike. DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kir lê me bi rihê azadiyê şer kir û li berxwe da, niha jî ji bo em destkeftiyên şoreşê biparêzin em têkoşînê dikin.” BI DÎMEN    * Piştî îdiayên destdirêjî, tundî û îşkenceyê yên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê derketin holê şûnde, yek ji malbatên mexdûr Leyman Ay wiha got: “Ev îşkence 10 sale tê kirin lê heta niha tu tiştek derneketiye holê.” BI DÎMEN    * Di ser qetilkirina Ayfer Serçe de 20 sal derbas bû û hevpîşeyên Ayfer Serçe mîrateya wê didomînin.