Taziyeya zaroka ku hat qetilkirin ji aliyê TJA'yê ve hat danîn 2026-07-14 14:14:58   MÊRDÎN - Ji aliyê TJA'yê ve li Nisêbînê ji bo Ela Tan (15) zaroka ku li taxa Dara ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê hat kuştin taziye hat danîn û taziye bi girseyî hat ziyaretkirin.   Duh li Nisêbînê ji bo Ela Tan a 15 salî ku li taxa Dara ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi gulebaranê kuştî hat dîtin li Nisêbînê taziye hat danîn. Taziye ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mala Sersaxiyê ya Danişman a li Taxa Kişlayê hat danîn û gelek kes çûn serdana taziyeyê.   Aktîvîsta TJA'yê Zelal Coşkun di taziyeyê de axivî û wiha got: "Mixabin, ji ber kuştina hevalê me yê ciwan ê 15 salî em pir xemgîn bûn. Em ê nehêlin ku ev komkujî bêceza bimînin û em ê heta dawiyê wan bişopînin."    Serdan piştî diayan bi dawî bû.