'Zîlan û Sema Yuce rêya me ronî kirin' 2026-06-30 18:19:23   ÊLIH -Ji pêşengê Tevgera Azadiya Kurd Zîlan û Sema Yuce hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku Sema Yuce û Zîlan sembolên azadiyê ne.    Ji bo salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce, kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, li avahiya DEM Partiyê ya bajarê Agirî ji aliyê MEBYA-DER'ê ve bernameya bîranînê li Navenda Çanda Bahar hat lidarxistin.    Endama MEBYA-DER'ê  Guneş Çetinkaya Erdem diyar kir ku Zîlan û Sema Yuce sembolên azadiyê ne û riya wan ronî kirine.   Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Perîhan Begîk jî axivî û da zanîn ku Zîlan û Sema jiyana wan ronî dikim.   Bername bi nîşandana sînevîzyonekê bidawî bû.