Li Geverê Navenda Piştevaniya Jinan a Binevş hat vekirin 2026-06-24 18:16:05   COLEMÊRG – Li Geverê Navenda Piştevaniya Jinan a Binevş bi girseyî hat vekirin. Hevşaredar Şadiye Kirmizigul di vekirinê de axivî û da zanîn ku ji bo qadên civakî, çandî û hiqîqî yên jinan bên xurtkirin divê piştevanî bê meşandin.   Li navçeya Gever a Colemêrgê Navenda Piştevaniya Jinan a Binevş li taxa Gungorê bi tevibûna gelek jinî hat vekirin. Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul di vekirinê de axivî û got navend bi armanca piştevaniya jinan hatiye vekirin.   Şadiye Kirmizigul daxuyakirin ku ji bo qadên civakî, çandî û hiqûqî yên jinan bên xurtkirin wê piştevaniyê mezin bikin û navend wê ji van xebatan re bibe qad.   Navend bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ hatvekirin û bi gerandina govendê bidawî bû.