'Sedema îadekirina pêşniyarpirsê peyva Kurdistanê ye' 2026-06-22 15:05:26   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan derbarê îstîsmara zayendî ya li Şirnexê ji bo Wezareta Dadê bibersivînê pêşniyarpirs da Meclîsê. Pêşniyarpirsa Newroz Uysal Aslan tê gotin ji ber peyva Kurdistanê lê hat vegerandin. Newroz Uysal Aslan bertek nîşanî vê yekê da.   Pêşniyarpirsa Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan lê hat vegerandin. Newroz Uysal Aslan derbarê îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan ku li Şirnexê pêk hatibû de ji bo Wezîre Dadê Akin Gurlek bibersivîne pêşniyarpirs dabû Meclîsê. Newroz Uysal Aslan dibêje ku ji ber di pêşniyarpirsê de peyva Kurdistanê hatiye nivîsandin pêşniyarpirs lê hatiye vegerandin.   Newroz Uysal Aslan bertek nîşanî lêvegerandina pêşniyarpirsê da û wiha got: “Hişmendiya ku li şûna îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan û polîtîkayên bêcezahiştinê lêkolîn bike kedkarên cameweriyê dide darizandin, niha jî vê bêhiqûqiyê bi sansurê didomîne û ev yek nayê qebûlkirin. Doza li kedkarên cameweriyê hatiye vekirin ne ji ber nebûna daneyên îstîsmarê lê ji ber ku îstîsmar di çarçoveya Kurdistanê de hatiye ziman vekirine. Jixwe daneyên îstîsmarê di destê dewletê de ne û dewlet faîl e. Gotinên Serokê Egitîm Senê yê Şirnexê Adnan Şenbayram ku weke hinceta sûc hat nîşandan jî vê rastiyê radixe ber çavan. Pêşniyarpirsa me jî ji ber vê rastiyê hat îadekirin. Li şûna ku tehamûlî îstîsmarê nekin lê radibin tehamûlî peyva Kurdistanê nakin. Sedema îadeyê jî ev e.”   Her wiha Newroz Uysal Aslan ji bo bersiv bide pêşniyarpirseke din da Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û di pêşniyarpirsê de diyar kir ku ka bê di kîjan peyvê de, gotineke “Gotinên bêrêz û nexweş” heye. Her wiha di pêşniyarpirsê de hat gotin ku li şûna dozên îstîsmarê li dijî zarokan û bêcezahiştinê bê lêkolînkirin darizandina kesên van sûcan tînin ziman jî li ser mijarê di peyva ku pêşniyarpirsê de bûyê sedema îadeyê jî nikare heqîqetê ji holê rake.