ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2026'AN 2026-06-19 09:00:00   * Li Kurdistanê ku bi Peymana Lozanê bû çar parçe, sedsalek e ku polîtîkayên şerê taybet ên ku nasname, çand û nirxên civakî yên Gelê Kurd hedef digirin, hîn berdewam dike. Ev polîtîkayên ku jin û ciwanan herî zêde digirin nav xwe, armanc dikin ku civakê bi rêya bişaftin, koçberî, xîzanî, hilweşîna çandî û qetilkirina jinan teslîm bigirin.  DOSYA    * Prof. Şebnem Korur Fîncanci da zanîn ku divê rûhevhatin, hesabdayîn û başkirina civakî bi hev re bê nîqaşkirin û got: “Edalet bi tena serê xwe têr nake. Divê baweriyeke ku careke din tişt nayên jiyîn bê afirandin. Hewce bi modelên demokratîk yên nû hene.” BI DÎMEN    *Ferda Oncel da zanîn ku li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê ya tê kirin yek ji aliyê herî bi bandor ê şerê taybet e û got: “Tişta divê vê pêvajoyê em bikin; Divê em paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Birêz Ocalan esas bigirin û xebatên xwe di vî alî de bimeşînin û rêxistin bikin.”DÎMEN HEYE