ROJEVA 13'YÊ HEZÎRANA 2026'AN 2026-06-13 09:00:00     *Hevberdevka Platforma Têkoşîna bi Tiryakê re ya Şiyar Be ya Mêrdînê parêzer Dîlan Koç da zanîn ku tiryak veguheriye pirsgirêkek civakî û zêdebûna bikaranîna tiryakê ji polîtîkayê şerê taybet serbixwe nayê destgirtin. DÎMEN HEYE    *Tê payîn ku desthilatdarî der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çarçoveya qanûnî bîne mcelîsê û jin mekanîzmayên ku dibin kirdeya pêvajoyê û ewlehiya demorkatîk dixwazin. Aktîvîsta TJA’yê Dîlek Başalan diyar kir ku pêvajoyeke ku ewlehiya jinan, nûnerî û destekeftiyên jinan nakeve bin ewlehiyê di alî demokratîkbûnên de kêm dimîne.DÎMEN HEYE   *Nûnera Komeleya Jinan a Star parêzer Zeynep Demîr der barê êrîşa li dijî mafê nefeqeyê de axivî û da zanîn ku tê xwestin piştî welidînê jin xizan bibin û got: “Li şûna ku mekanîzmayên divê jin ji xizaniyê bên derxistin bên avakirinê, jinan di nav dorpêça tundiyê de dihêlin.”DÎMEN HEYE   *Li Pasûrê talana xwezayê giran dibe. Li Geliyê Godernê di bin navê çêkirina bendavê de bi maşîneyên kar, kirkirina ekolojiyê pêk tê û li gundên Eskar û Beyrok yên kontarên Dorşînê jî bid estê gundiyan qirkirina daran didome. Li Pasûrê me qeyedên du qirkirinan kişand û ev dîmen asta hilweşînê nîşan dide. DÎMEN HEYE   *Parêzera dosya Rojîn Kabaîş, Medîne Turantaylak geşedanên dawî yên dosyayê lêkolîn kir û da zanîn ku bi armanca xebata tengkirina bazê ekîba ji aliyê wezaretê ve hatiye avakirin hatiye Wanê û bi dozger re hevdîtin kiriye, rapora ekîbê tê payîn û dîmenên kamerayan jî hatine başkirin û xistine dosyayê. BI DÎMEN