Tevî biryara velayetê zarokên Fatma Çakmak nadinê 2026-06-09 09:10:01   RIHA - Yasîn Çakmak ku parêzvaniya serokomar Tayyîp Erdogan dikir, hewl da Fatma Çakmak ya pê re zewicandiye qetil bike. Doza der barê bûyerê de hat vekirin sibê li 33’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê tê dîtin. Li aliyê din jî tevî biryara velatiyê zarokên Fatma Çakmak hîna nedanê.   Yasîn Çakmak, parêzvanê Serokomarê AKP'yî Recep Tayyip Erdogan û karmendê Yekîneya Perwerdeyê ya Daîreya Parastina Serokomariyê, di 12'ê Çileyê de hewl da ku hevjîna xwe Fatma Çakmak qetil bike. Li ser bertekên rayagiştî û têkoşîna Fatma Çakmak, Yasîn Çakmak 17’ê Çile de hat girtin. Rûniştina yekemîn di 12’ê Adarê de li 64’emîn Dadgeha Ceza Aliyeyê ya Edliyeya Sihhiyeyê hat dîtin. Dadgehê biryara berdewamkirina gumanbar da û dosya şand Dadgeha Ceza Giran.   Yekemîn rûniştina dozê sibê li 33’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê tê dîtin.   Fatma Çakmak bi daxwaza ku velayeta sê zarokên wê bidin wê doz vekir û doza li 26’emîn Dadgeha Malbatê ya Enqereyê hat dîtin de biryara ku zarok teslîmê Fatma Çakmak bê kirin hat dayîn. Tevî vê hîna zarok nehatine dayîn.   Der barê mijarê de me bi Midûriyeta Xizmetên Malbat û Civakî ya Enqereyê re hevdîtin kir lê gotin ew nikarin agahî bidin û muxatabê mijarê ne ew in.   Fatma Çakmak ji ajansa me re derbarê nedayîna zarokên xwe û rûniştina ku wê sibê bê dîtin de axivî.   Zarok teslîmê dayika wan nehat kirin   Fatma Çakmak der barê tiştên di dema doza velayetê de hatine jiyîn axivî û got: “Velayeta zarokên min dan min. Niha behsa hinek proseduran dikin. Ez li bendê wan im ku temam bibin. Piştî ev temam bibin ez zarokên xwe digirim. Divê evqas dirêj berdewam nekiriba lê ji ber bêtêkiliya navbera saziyan de belgeyên kêm ev pêvajo dirêj bû. Biryara dadgehê heye. Min ji bo vê şerekî dirêj da. Şukur, duh bi kurê xwe re axivîm.”   Wezareta malbatê ji bo zarokan soz daye   Fatma Çakmak di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Ez ji bo zarokên xwe têdikoşim. Ev hemû bi delîlan îspatkirî ne. Der barê me de hinek nêrînan diafirînin. Ez ji roja ewil de ji bo zarokên xwe têdikoşim. Wezareta malbatê li min geriya. Wezîra Xizmetên Malbat û Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş got em ê zarokên te bidin te. Wê ji bo vê hewl da.”   Fatma Çakmak ji bo rûniştina sibê tê dîtinê jî bang kir û got: “Ev kes ji teşebusa cînayetê tê darizandin. Ez ji her kesî piştgiriyê dixwazim. Divê her kes ligel min be.”