Rûniştina gumanbarê ku Dîlan Aslan qetil kir hat taloqkirin 2026-06-08 19:49:56   AMED - Di doza ku gumanbar Abdulvahap Aslan ku Dîlan Aslan qetil kir, dihat darizandin de ji sûcê ‘ji qestî hevjîn qetilkirin’ ceza hat xwestin. Runiştin taloqî 6’ê Tîrmehê hat kirin.   Li navçeya Rezan a amedê di Adara 2025’an de Abdulvahap Aslan jina pê re zewicandî Dîlan Aslan qetil kir. duyemîn runiştina dozê li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê hat dîtin.  Gumanbar û malbata Dîlan Aslan û parêzerên aliyan tevli runiştinê bûn.   Dozger ji sûcê ‘ji qestî hevjîn qetilkirin’ cezakirin xweste û biryara berderwamikrina girtina gumanbar da. Runiştin taloqî 6’ê Tîrmehê hat kirin.