Dayikên Aştiyê bang li Wezîrê Edaletê kir 2026-06-08 16:08:59   ÊLIH - Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê yên Êlihê têkildarî heqareta karsaz Rahmî Koç a li jinên Kurd kiribû daxuyanî hat dayîn û gotinên Rahmî Koç hat şermezarkirin.   Bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê yên Êlihê têkildarî heqareta karsaz Rahmî Koç ku li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de li jinên Kurd kiribû, li ber avahiya Navenda Kar a Nasiroglû ya li ser Cadeya Diyarbekirê ya Êlihê daxuyanî hat dayîn. Endam û rêveberên saziyên sîvîl ên civakî û partiyên siyasî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç dan.   Dayika bi navê Şukran Sîncar li ser navê Dayikên Aştiyê axivî.   Şukran Sîncar gotinên Rahmî Koç şermezar kir û wiha got: “Wî bê navê bêexlaq, ji xwe şerm nekir, ew heqaret li jinên Kurd kir. Em wî nelet dikin û em nelet li wî dibarînin. Kesek nikare bê edebiyê li dijî jinên Kurd bike. Çi dayik dibin bila bibin, dayikên Kurdan, Tirkan, Ereban û Suryanan dayik dayik e û jin jin e. Wî ew gotinê ne tenê ji jinên Kurd re, ji hemû jinan re gotiye. Ew jî ji jinekê ji dayik bûye, ew heqaret li dayika xwe jî kiriye. Dayikên Kurdan bi hezar sal in di her şert û mercên jiyanê yên zehmet de li ber xwe didin. Em wî Koçî nelet dikin. Divê êdî tu kes silavekî jî nede. Yên piştgirî û destekê didinê em wan jî nelet dikin. Em bang li Wezîrê Edaletê jî dikin. Em vî hesabê ji wî jî dipirsin. Divê ew jî vî hesabê ji wan bipirse. Ger ku ew jî hesab ji wan nepirse ew jî heqaretê li me dike.”   Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û çepikan bi dawî bû.