Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz dest pê kir 2026-06-08 13:11:36   NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê ragihand ku 2'yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz dest pê kirine. Serlêdanên ji bo pêşbirkê dê di 25'ê Îlona 2026’an de bi dawî bibin.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ragihand ku 2'yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz dest pê kirine. Serlêdanên ji bo pêşbirkê dê di 25'ê Îlona 2026’an de bi dawî bibin. Komeleyê li ser şertên serlêdanê û kategoriyan daxuyanî weşand.    Di daxuyaniyê de li ser şertên serlêdanê ev tişt hatin gotin:   Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz dê ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz a ku di dîroka Çapemeniya Azad de rêyek nû vekir û cara yekem li Tirkiyeyê wekî Gerînendeya Giştî ya Weşanê xebat kir û ji bîranîna xebatkarên çapemeniyê yên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane, werin lidarxistin. Serlêdanên ji bo pêşbirkê dê di 25'ê Îlona 2026’an de bi dawî bibin.   Şertên Beşdariya Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersoz:   Tenê rojnamevanên jin dikarin beşdarî pêşbirka ku ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve tê lidarxistin, bibin. Mercên beşdarbûnê yên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz ev in.   Pêşbirk dê di 4 kategoriyan de were lidarxistin: Nûçeyên “Kurdî”, “Tirkî”, “Wêne” û nûçeyên “Wêne-Vîdeo”.   Her beşdar dikare tenê bi yek berhemê di yek kategoriyê de beşdarî pêşbirkê bibe. Serlêdanên ji bo pêşbirkê di 8’ê Hezîrana 2026’an de dest pê dikin û di 25'ê Îlona 2026’an de bi dawî dibin. Berhemên serketî dê di 6’ê Cotmehê de werin ragihandin. Xelat dê di 8’ê Cotmehê de, di merasîma dê were lidarxistin de, bê dayin. Ji bo kesên di pêşbirkê de bi ser bikevin wê kompîtur wekî diyarî bê dayin   Her kes dikare tevli pêşbirkê bibe. Jurî nikarin tevli pêşbirkê bibin. Berhemên ku ji bo pêşbirkê hatine şandin divê berî 8’ê Cotmeha 2024’an nehatibin weşandin. Beşdar dikare bi berhemeke ku di nav salekê de xelat negirtibe û di pêşbirkeke dinê de nehatibe pêşandan, tevli pêşbirkê bibe. Ger eşkere bibe ku berhem di nav salekê de li dereke dinê hatiye pêşandan an jî xelat girtiye wê ew xelata ji bo wê berhemê bê betalkirin.  Wê demê ger xelatek hatibe wergirtin, divê ji hêla beşdar ve were vegerandin. Beşdar dema ku bi xelateke ne aîdî wê be tevli pêşbirkê bibe wê demê ew ê sepandina binpêkirina rêgezê ji aliyê endamên juriye ve pêk were.   Hemû beşdarên ku berhemên xwe dişînin pêşbirkê, wekî ku mijarên di şertên beşdariyê  de hatine destnîşankirin, qebûl kirine, têne hesibandin. Beşdarên ku van mercan bicîh neynin dê ji pêşbirkê werin derxistin. Ger berhem nehatibe weşandin, navê berhemê, cih û dema kişandina wê divê di dosyayê de cih bigire; ger hatibe weşandin jî, divê rojname, kovar, ajans, malper, agahdariya TV û dîroka weşanê û kopiyek ji weşanê di dosyayê de cih bigirin.   Beşdar divê jînenîgarî (CV), navnîşana têkiliyê û agahiyên li ser berhema xwe li dosyaya serlêdana xwe zêde bikin. Serlêdan dê bi rêya malpera fermî ya MKG’ê werin kirin.   Derbarê beşa nûçeyan de    Beşdar dikarin bi berhemên di kategoriyên wekî siyaset, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û werzîşê de yên ku balê dikişînin ser jinan û bi perspektîfa jinan hatine amadekirin, beşdar bibin. Ger nûçeyên ku wê ji bo pêşbirkê bê şandin, li ser çapemeniya nivîskî hatibe weşandin dikare bi formata PDF’ê ji navnîşana e-maîlê re were şandin û ger di medyaya înternetê de hatibe weşandin, dikare bi formata Word’ê were şandin. Divê lînka nûçeya ku di medyaya înternetê de hatiye weşandin jî were şandin.   Derbarê beşa wêneyan de    Li ser rûyê dawiyê yê qoziya çepê yê binî yê berhema wê bê şandin, wê nav û paşnavê xwediya berhemê û navê berhemê bên nivîsandin. Divê dema kişandina berhemê, mekan û navê nûçeyê bê diyarkirin.  Divê pîvana berhemên wê bên şandin wiha be: kêleka kin herî kêm 2000 piksel, divê di formata JPG’ê de be, divê dîtbariya wê 300DPÎ be. Ger lijneya juriyê pêdiviyê bibîne dikare ji beşdaran halê orjînal ê wêne (Raw) jî bixwaze. Wêneyên ku li ser hatibin lîstin (ji xeynî eyarên ronahî, reng, kontrastê) nayên qebûlkirin. Wêne bi formata JPG’yê dikare ji e-maîlê li jêr hatiye diyarkirin, bê şandin. Divê wêne wateya “wêneyê nûçeyê” hilgire.   Derbarê vîdeo û nûçeyên bi dîmen    Di beşa ku nûçeyên dîtbarî yên ji ajansan û nûçeyên televîzyonê wê lê cih bigirin de, divê beşdar li kurgû, kalîteya dîtbariyê û hevsengiya di navbera dengê xwezayî û dengê derve de, baldar bin. Divê dîmen bi kalîteya “dîmenên nûçeyan” bin. Divê wêneyên nûçeyan 2-3 deqeyan derbas nekin.   Jurî    Beşa nûçeyên kurdî   Leyla Ayaz, Hatice Kamer û Suna Tunç.   Beşa nûçeyên tirkî   Elif Ekin Saltik, Ayşe Guney û Tugçe Tatarî.   Beşa wêneyan   Nişmiye Guler, Laura Domenech û Maryam Ashrafi.   Beşa Vîdeo – Nûçeyên bi dîmen   Solîn Alphan Başegmez, Çilem Kuçukkeleş û Rojbîn Ekîn    Navnîşan:   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê   Kuçeya Alîemîrî, Avahiya Malî Muşavîrler Hejmar: 1-1/3   Yenîşehir/AMED   E-Posta: info@mkgdernek.org   Tel: +90 (555) 746 93 43