Rohilat Efrîn: Têkoşîna Ji bo YPJ'ê dê bidome 2026-06-07 13:43:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn diyar kir ku YPJ ji bo parastina statuya xwe wek hêza parastina jinê ku weke beşek ji artêşa Sûriyeyê di nav destûra nû de were garantîkirin, wê heta dawiyê têbikoşe. Her wiha kampanyaya ji bo piştgiriya YPJ’ê ku li seranserê cîhanê hatiye destpêkirin weke gaveke pir girîng û bandorker nirxand.   Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn bi rêya hevpeyvîneke ku bi ajansa Rojnews'ê re kir r, diyar kir ku YPJ ji bo parastina statuya xwe wek hêza parastina jinê ku weke beşek ji artêşa Sûriyeyê di nav destûra nû de were garantîkirin, wê heta dawiyê têbikoşe. Her wiha Efrîn, kampanyaya ji bo piştgiriya YPJ’ê ku li seranserê cîhanê hatiye destpêkirin weke gaveke pir girîng û bandorker nirxand û bang li hemû jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku pêdiviya jêneveger ya parastina xwe bicih bînin.   Naveroka Hevpeyvîna ku ajansa Rojnews'ê  bi Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn pêk anî, wiha ye;   Ji bo jinên başûrê Kurdistanê rol û mîsyona YPJ’ê baş nas bike, girîngiya hebûna YPJ’ê bizanibe; hûn li ser vê dixwazin çi bêjin? Şert û mercên ku YPJ di nav de hate avakirin çawa bû?   Her kesê piştgiriyê dide YPJ’ê em wan silav dikin. Hem li cîhanê û hem jî li Başûrê Kurdistanê ji bo piştevaniya bi YPJ’ê re çalakiyên xurt hatin kirin.   YPJ di nava şert û merceke giran ya şerê li Sûriye ku ji sala 2011’an ve destpê kiribû ku pêwîstiya gelê me û taybet jinan bi hêzeke parastinê hebû. Li ser vê pêwîstî û çarçoveyê de YPJ’ê sala 2013’an xwe fermî îlan kir. Li ser esasê pêwîstî û parastinê merceke ku jin di hemû qadan de xwe rêxistin bike û biparêze. YPJ li ser esasê parastin û pêdiviyên civakê hate avakirin.   Avakirina YPJ’ê çi guhertin di civak û sîstema Rojavayê Kurdistanê de da çêkirin û di roja îro de xwedî roleke çiqasî çalake? Heta çi astê gihiştiye armanca xwe?   Şoreşa Rojava bû malê hemû cîhanê. Şoreşeke li ser bingeh û cewhera jinan hate kirin. YPJ li Rojava bû vegera jinan ya bûna xwedî îrade, xwebûn û cewhera xwe ya rêxistinkirinê. YPJ baweriyeke ya mezin da hemû jinên Rojava, Sûriye û hemû pêkhateyên herêmê ku li dijî sîstema heyî li ber xwe bidine. Avabûna YPJ’ê li Rojavayê Kurdistanê hişt ku pêşengtiyeke rast a civakî derkeve holê. Ya ku hişt YPJ bigihêje vê astê zemîna wê ya xwe pewerdekirin û rêxistinkirinê bû ku di her şert û mercan de bikare li ber xwe bide û çekê hilgire ye. Eger ku yek ji destkeftiyên herî mezin îro li Rojava jine, divê di sîstem û pergala nû de jî hebûna jinê hebe. Jinan xwe îsbat kir ku di hemû sazî û astên herî jor de cihê xwe bigirin.   Hikûmeta nû ji bo YPJ’ê çawa difikire? Li ser medyayê derket ku şandeyeke ya YPJ’ê çû Şamê naveroka wan civînan çi bû?   Di feraseta desthilata hikûmeta demkî ya nû de bi rastî rol ji bo jinan nayê dayîn. Ev xeteriyeke li ser civakê, nirxên civakê û nirxên şoreşa me hatîn avakirin dide çêkirin. Ji bo Sûriyeke kamil û aram teqez divê cihê jin û rola jin hebe. Bê hebûna jin ne mimkûne li Sûriyeyê çareseriyên demokratîk ava bibin. Her kes dixwaze di Sûriyeya nû de bi rengê xwe û çand-zimanê xwe hebûna xwe hebe. Temsîla hebûna xwe bike. Pirsgirêka niha herî mezin li pêşiya jinan, hebûna parastina wane. Parastina jin û mîrateya wan erkê jinane. Jinan bi salan têkoşîn kir ku ewqas destkeftî bidest xistin. Ji niha şûn ve jî li kûderê dibe bila bibe, jin divê li dijî newekhevî û nedîtina rengê jinê û yekdengiyê têbikoşe. Di danûstandinan de me vê yekê tînin ziman ku di dîroka Sûriyeyê de gelek caran jinan ji mafê îdarî bigire heta perewerdehiyê û leşkerî cihê xwe girtin û wan mafan standine. Di dema avakirina Komara Sûriyeyê de rengê jin hebû. Hebûna fermî ya YPJ’ê di nava Sûriyeyê de ewe ku em dixwazin xwedî li têkoşîn û xebata salan ya jinan dayî derbikevine. Emê weke YPJ di herêmên xwe de hebûna YPJ’ê biparêzin.   Weke hêza YPJ’ê di herêmên xwe de emê xwe biparêzîn û bi rastî piştevaniya gelê xwe û civaka xwe bikin. Bi salan me ev yek da meşandin, me ev berpirsyartî girt ser milê xwe û ji niha û pê ve jî wê rol, mîsyon û berpirsyartiya me li ser vî bingehî be. Fermîkirina hêzên YPJ’ê di artêşê de û helbet di herêmên xwe de xweparastin û di taybetmendiyên xwe parastin bêgûman hem ji bo me nêzîkatiyên esasin ku em bikaribin vê hêzê li kêleka civaka xwe çawa ku bi salan me meşand, îro jî em bimeşînin. Daxwaz jî li ser vê yekê hate kirin ku ev yek pêk were.   ‘Heta niha jî Hikûmeta Demkî alîgirê wê yekê ye ku YPJ derbazî asayişê bibe’   Lê di nava nîqaşên hatin kirin de û di hevdîtinên dawî yên bi fermandarên me re çêbûn, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze hêzên YPJ’ê derbazî asayişê (Hêzên Ewlekariya Hindirîn) bibe. Me gelek caran nasnameya YPJ’ê pênase kir, anî ser ziman ku YPJ bi rastî hêzeke resene ku di nav civaka me de hatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê xebatên em jî bidin meşandin wê li ser bingehê ku YPJ di nava artêşê de weke hêzeke parastinê cih bigire ye. Ji niha û pê ve jî daxwaz hatin kirin ku fermîkirina YPJ’ê di nav artêşê de pêk were. Dema ku ev fermîkirin çêbû, bi rastî wê di nav civaka me de û bi taybet jî di nav jinan de wê aramî û rehetbûnê çêbike. Hem jî wê bibe sedem ku ev civak bikaribe di hemû aliyan de xwe biparêze.   Li ser vî bingehî ji pêvajoya em çûn û şûnde diyaloga bi Şamê re ku hinek saziyên me yên din çûn bi wan re hevdîtin kirin, nêrînên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hîn li ser wê yekê ne ku YPJ dikare tevlî asayişê bibe. Lê weke YPJ jî wê têkoşîna me ji bo wê yekê be ku YPJ bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê. Raste belkû berê di artêşa Sûriyeyê de rasterast jinan cihê xwe negirtibû, lê di gelek sazî û xebatên girêdayî artêşê de cihê xwe girtine. Van jinan gelek rol leyîstine, berpirsyartî girtine ser milê xwe û nimûnê vê rastiyê jî derdikevin pêş. Lewra ev ne tiştekê ecêbe ku hêzeke jinan di nav artêşê de bê qebûlkirin û bê meşandin. Ji ber vê yekê li ser vî bingehî têkoşîna me didome û wê bimeşin. Em dikarin ji destpêka danûstanên li ser vê mijarê hatine kirin û heta roja me ya îro bi vî awayî dimeşin.   ‘Bi saya têkoşîn û berxwedana YPJ’ê li seranserê cîhanê xwedî derketinek bêhempa heye’   Ev demeke heta mirov dikare bêje ji mehekê zêdetire ji bo piştgiriya YPJ’ê li Kurdistan, Ewropa û seranserê cîhanê kampanyayek hatiye destpêkirin. Bi rastî mirov ji vê piştevaniya jinan hêz û moralê digire. Heta ji welatên Rojhilata Navîn, ji kesayetên Ereb, dîrok nas û ji gelek pîşeyên din piştevaniya Kampanyaya ‘Em YPJ ne’, ‘YPJ Hebûna Me ye’ û ‘YPJ li Her Derê ye’. YPJ di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hovîtiya wê destanên dîrokî nivîsand. Bêgûman piştgiriya jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê ji bo me şanazî û serbilindiye. Bi rastî cara yekemîne li ser asta cîhanê jin dikare têkoşînek, berxwedaniyek, rêxistinbûyînek û piştgiriyek di vê astê de bide çêkirin. Helbet mirov dikare bêje  ev yek jî bi hêza têkoşîna tevahî jinan pêk hat. Ji ber ku YPJ’ê ev hêz di nav xwe de hewand, lewra bi awayek fîzîkî her çend ku YPJ li vir be jî lê bi rastî îro dengê wê, têkoşîna wê, hêza wê ya berxwedanê li hemû cîhanê belav bûye. Her jinek YPJ’ê ji bo xwe weke hêza îrade, hêza bawerî û hêza hebûnê dibîne. Ji bo wê yekê helbet li beramberî hêzeke weke DAIŞ’ê, eger sekna jin, pêşengtiya jin, rêbaza şerê ku di pêşengtî û şexsê YPJ’ê de li hemberî DAIŞ’ê hatî kirin, hemû jinan YPJ ji bo xwe weke hêza çareseriyê dît. Lewra tenê weke daxwaz têrker nabe, divê jin li kû derê be xwedî li mafê xwe derbikeve û ji bo wê têbikoşe.   ‘Qebûlkirina YPJ’ê weke hêzek parastinê wê bibe garantiya parastina hemû jinên Sûriyeyê’   Lewra em vê yekê baş dizanîn ku eger mafê jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de neyê parastin û garantîkirin, tê wê wateyê ku mafê wê tê windakirin, tê înkarkirin, tê tunekirin. Ji bo wê di Sûriyeyê de, bi taybet di Rojavayê Kurdistanê de û hemû deverên cîhanê hemû kesayetên ku mafên mirovan, mafê jinan diparêzin, ji bo wê têdikoşin divê li beramberî vê yekê dengê xwe bilind bike û hewlwesta xwe nîşan bide. Li ser bingeha newekhevî û li ser bingeha ne pir-rengî wê careke din pergaleke navendî ku hemû rengan di nav xwe de nahewîne derxîne pêş. Ji bo ev yek pêk neyê divê têkoşînek hîn xurtir bê kirin. Ev daxwaza me ne daxwazek wisa ye ku zirarek mezin dide Sûriyeya nû an jî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê. Ji ber vê yekê qebûlkirina YPJ’ê di nav fermiyeta Sûriyeya nû de tê wateya hemû mafên jinan, di serî de jina Sûriyeyî û jina Kurd parastine. Her wiha parastina mafê jinên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye. Nav û dengê YPJ’ê yê li cîhanê çêbûyî, bi têkoşîn, berxwedan, bi qehremantî, fedekarî û nirxê wê çêbû. Ev navûdeng bi şexsî û ji xwe ve derneket. Bi hezaran şehîdên vê hêzê çêbûn. Lewra ji bo parastina vî nirxî, erkeke ku li ser milê saziyên navnetewî, jinan, aktîvîstan, rêxistinên jinan, dîroknasan û wkd… Eger ev yek bi awayek xurt li ser asta navnetewî û jinan pêk were, di Sûriyeya nû de wê mafê jinan jî were parastin û parastina statuya YPJ’ê di Sûriyeya nû de wê bibe sedema îstiqrar û aramiyê.   Di encamê de helwesta we ya neguhertî çiye, di kîjan mijarê de hûn qet tawizê nadin?   Şoreşa me bi pêşentiya jin, bi rengê jinê hatiye destpêkirin. Şoreşa me weke ‘Şoreşa Jinê’ di 19’yê Tîrmehê de hate binavkirin. Eger em niha jî bînin bîra xwe ev şoreş bi jinan û pêşengtiya jinan hate destpêkirin. Têkoşîna me li ser bingeha garantîkirina mafên jinê di destûra nû ya Sûriyeyê de wê dewam bike. Di heman demê de YPJ di hişmendiya civaka me de weke hêza parastin wê winda û bidawî nebe. Her wisa di hemû şert û mercan de, bi taybet di vê demê ku herî zêde bê îstiqrarî tê jiyîn de ku bi rastî hîn nexşerê nehatiye diyarkirin û tam zelal nebûye, di vê wateyê de hêza parastin, feraset û hişmendiya parastin hîn zêdetir derdikeve pêşiya hemû jinan. Bi rastî di alî de divê hemû jin ji bo vê yekê amade bin, xwe kûr bikin. Li ser vî bingehî di çanda parastinê de, parastina civakê, parastina jinê û parastina saziyên di nav civakê de, jin parastin bi rastî erkeke bingehîne ku em bikaribin rol di vê yekê de bileyîzin. Ji bo wê em xwedî vê bîr û baweriyê ne ku li Sûriyeyê têkoşînek nû destpê kiriye, ji bo me jî têkoşînek ku ji hemû alî ve em bigrin dest, li ser wî bingehî xwe li ser birêxistin bikin, xwe perwerde bikin û hem jî destkeftiyên ku bi saya şoreşê me bidest xistine ku li cîhanê û bi taybet li Kurdistanê weke modelek a xweparastinê derketiye pêş; li ser wê bingehê wê têkoşîna me dewam bike. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû jinan, li jinên her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet jinên li Rojavayê Kurdistanê dikin ku pêwistiya xweparastinê ya heyî bînin cih. Li ser vî bingehî têkoşîna me, nêzîkatiya me, sekna me, helwesta me û daxwaza me wê li ser vê hişmendiyê û vê xetê bimeşe.