ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2026'AN 2026-06-07 09:00:00     * Endama PM a DBP’ê Çîçek Arîç da zanîn ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tênkirin bi sînorin û bi spekulatîf radigihînin derve û ev jî bêbaweriyê diafirîne. Çîçek Arîç got ji bo pêvajo baş bimeşe divê mafê hêviyê pêk bê û pêşî bê vekirin ku Abdullah Ocalan bi gel re bê gel hev. BI DÎMEN    * Gola Keşiş a kevnar, ku 2700 sal in li ser piyan e, bedewiyeke mezin a xwezayî ye û di lîsteya cihên ku divê li Wanê werin ziyaretkirin de ye. BI DÎMEN    * Li gorî çeteleya meha Gulanê 17 jin hatine qetilkirin û 25 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ    * Parêzer Çîsel Demîrkan da zanîn ku piranî jin bi çend hezar TL. nefeqeya ku nabînin, mirov bi vê nikarin roja xwe îdame bikin û got hîna ku ‘nefeqeya bêdem’ tuneye li şûna ku DDB’ê vê biryarê bide divê polîtîkayên ku jinan xurt dike bike jiyanê. BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe li dijî cezayên darvekirinê yên li dijî dijberên rejîma Îranê, bi taybetî ciwanên Kurd, bidomînin û bang li civaka navneteweyî kirin ku piştevaniyê bidin. DÎMEN HEYE   *Li Wanê di lêpirsîna li dijî saloneke masajê de îdayên ku jinan dikin nava fuhuşê ketin dosyayê. Di çarçoveya lêpirsînê de 7 kes hatin girtin.