Rejîma Îranê Parêzer Fatîma Ruhende girt 2026-06-05 17:11:26   NAVENDA NÛÇEYAN -Li Kermana Îranê, karê parêzer Fatîma Ruhendeh ê parêzeriyê ji ber binpêkirina “qedexeya çalakiyên medyaya dîjîtal” hat rawestandin û niha jî Fatîma hat girtin.   Li Îranê tevî ku rewşa jiyanî her ku diçe xirabtir dibe, rejîma heyî polîtîkayên înkar û zordariyê hê jî bi berdewamî pêk tîne. Armanca rejîmê ji van polîtîkayan bêdengkirina civakê, desteserkirina milkan, binçavkirina û girtina sîstematîk e.   Parêzer Fatîma Ruhende ku ji aliyê mafên mirovan û hiqûqî ve li Îranê bi baldarî tê şopandin, piştî ku hat binçavkirin, di 19’ê Gulanê de kirin zîndanê.   Parêzeriya wê hatibû rawestandin   Fatîma Ruhende bi tewana “binpêkirina qedexeya li ser çalakiyên medyaya dîjîtal” hate binçavkirin. Hate diyarkirin ku Fatîma Ruhende ku berê bi fermana dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînek berdewam de ji pratîkkirina parêzeriyê demkî hatibû rawestandin. Li gor agahiyan bikaranîna medyaya dîjîtal lê hatibû qedexekirin, piştî îtîrazê, rawestandin wê hate rakirin û karîbû ji nû ve parêzeriyê bike.   Bi hinceta ‘belavkirina nûçeyên derew’ hat girtin   Fatîma Ruhende di Adara borî de hatibû girtin û nêzî mehekê di girtîgehê de mabû. Fatîma ya ku piştre hate berdan, bi “belavkirina nûçeyên derew” hat tawanbarkirin. Li gorî agahiyan, lêpirsîn bi postên wê yên medyaya dîjîtal ve girêdayî bû ku piştgirî dida kesên ku di xwepêşandanên Çileyê de hatine girtin.