Têkildarî ‘Mafê hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re danezan hat pêşkêşkirin 2026-06-04 12:42:35   Elfazî Toral   STENBOL - Di danezana "mafê hêviyê" ya ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hat pêşkêşkirin de, hat xwestin ku ji bo sepandina biryarên derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên din de, pêvajoya çavdêriyê bi awayekî çalak bê birêvebirin.   Gelek rêxistinên maf û hiqûqê û 10 baroyan, beriya civîna 9, 10 û 11’ê Hezîranê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), danezanek pêşkêşî komîteyê kirin. Ev danezan ji bo pêkanîna biryarên “binpêkirinê” yên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li dijî Tirkiyeyê di dosyayên “Ocalan 2”, “Kaytan”, “Gurban” û “Boltan” de dabûn, hat kirin.   Di danezanê de cih dan biryarên borî yên komîteyê û hat gotin ku di Îlona 2025’an de komîteyê “ji Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku di çarçoveya îctîhada dadgehê de, ji bo reformên qanûnî yên şênber salnameyeke zelal û mekanîzmayeke pêşkêş bike, fikarên xwe yên ji ber berdewamiya rewşa heyî tomar kiriye.”    Di danezanê de hat destnîşankirin ku Tirkiye pabendî biryarên “binpêkirinê” yên DMME’yê nabe û wiha hate diyarkirin: “Hikûmet bi aşkerayî qebûl dike ku hinek kategoriyên girtiyên ku cezayê girtina muebeda giran xwarine, ji çarçoveya berdana bi şert tên derxistin, tevî vê yekê jî diparêze ku sîstema heyî têrker e. Tirkiye qedexeyên kategorîk ên berdana bi şert bi aşkereyî qebûl dike û wekî sepandineke ‘îstîsnayî’ û ‘teng’ pênase dike, ev bi tespîtên di biryara ‘Ocalan (2)’ a DMME’yê de bi zelalî nakok e. Tirkiye behsa sîstema giştî ya berdana bi şert dike, lê nebûna mekanîzmayeke çavdêriyê ji bo komên girtiyan ên di çarçoveya ‘îstîsnayê’ de nanirxîne. Tirkiye di bersiva xwe ya şopandinê de tu amadekariya pêşnûmeya qanûnê, salnameya reformê, xebateke li ser mekanîzmayên çavdêriyê û sozeke reformê ya mîna pêkanîna biryarên DMME’yê nade, berovajî vê yekê sîstema heyî diparêze. Ev nêzîkatî nabe bersiva pirsgirêka binyadî ya ku ji aliYê DMME û KW KE ve hatî tespîtkirin.”    Di danezanê de hat diyarkirin ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Komîsyona Meclisê raporeke hevpar amade kiriye lê gavên şênber nehatine avêtin. Hat destnîşankirin ku di rapora hevpar de di çarçoveya pabendbûna biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), dewleta hiqûqê, mafên mirov û demokratîkbûnê de gelek pêşniyar hatine rêzkirin, lê “gava ku beşên peywendîdar ên raporê tên lêkolînkirin, tê dîtin ku tu mekanîzmayeke şênber a ku veguherandina rejîma înfazê ya girêdayî cezayê muebada giran li gora îctîhada dadgehê dabîn bike, nehatiye pêşbînîkirin.”   Di dawiya danezanê de ev pêşniyar hatin rêzkirin:   * Em pêşniyar dikim ku Komîte, pêvajoya çavdêriyê ya sepandina biryarên doza Ocalan(2), Gurban, Kaytan û Boltan / Tirkiye bi awayekî çalak birêve bibe,   * Ji ber ku biryara yekem a di vê komê de di Adara 2014’an de hatiye dayîn, serlêder bi bêparhiştina ji mafê hêviyê bi dehan salan e di girtîgehê de tên ragirtin û bi sedan girtiyên din jî di bin bandora vê rejîma înfazê ya li dijî Peymanê de ne, pêşniyar e ku ev kom di rojeva civînên asayî yên mafên mirovan ên Komîteyê de de cih bigire,   * Serokê Komîteya Wezîran an jî Sekreterê Giştî di çarçoveya 'Reykjavik Principles for Democracy' (Prînsîbên Reykjavîkê yên ji bo Demokrasiyê) de, di mijara sepandina biryaran de diyalogên xwe yên siyasî yên bi muxatabên neteweyî yên peywendîdar re xurt bikin û ji rayedarên Tirkiyeyê re nameyekê binivîsin,   * Komîte, ji Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo hemû koma dozê agahiyên îstatîstîkî daxwaz bike, daxwaza agahiyên mîna 'li welat çend kes hikumxwarên muebeda giran in, li gorî salan li çend kes muebada giran hatite birîn, hejmara girtiyên ku rapora wan a nikarin bi tenê bimînin heye' bê daxwazkirin,   * Li gora prensîbên di biryarên DMME’yê de hatine diyarkirin, di hiqûqa Tirkiyeyê de bêyî ku tu cudahî bête kirin, daxwaza betalkirina bendên derbarê qedexeyên kategorîk ên berdana bi şert ji bo hinek sûcan bête kirin; Tirkiye bête vexwendin ku tedbîrên giştî yên guhartina qanûnên ku kaniya binpêkirinê ne bigire û doza "Gurban group of cases v. Turkey" di bin pêvajoya bihêzkirî de bimîne,   * Ji bo ku biryarên DMME’yê yên derbarê rejîma înfazê ya heyî bi tamî werin sepandin, hem xalên di Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275’an de hem jî yên di Qanûna Cezayê ya Tirk a bi hejmara 5237’an de cih digirin, rasterast bi standardên mafên mirovan re eleqedar in. Ev guhartin, girêdayî pêvajoya muzakereya demokratîk in ku di nav raya giştî ya Tirkiyeyê de tê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê, bi armanca misogerkirina rewayetiya demokratîk a guhartinên qanûnî yên pêşniyarkirî û lihevhatina wan a bi PMME’yê re, bi rêzdarî daxwaz û pêşniyar dike ku mijar, bi taybetî di çarçoveya mafê hêviyê de, pêşkêşî lêkolîna Komîsyona Venedîkê bê kirin.    Rêxistinên maf û hiqûqê û baroyên ku danezan pêşkêş kirine ev in:   “Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Sîstema Înfaza Cezayan a Civaka Sîvîl de (CÎSST), Baroya Êlihê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Îdirê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê.”