ROJEVA 3'YÊ HEZARÎANA 2026'AN 2026-06-03 09:00:00     * Fatma Aslan a di temenê zarokatiyê de hat girtin û niha 24 salî ye, di sala dawî de înfaza wê sê caran hat şewitanidn. Fatma Aslan da zanîn ku ew ji bo zarokatiya xwe hîna têdikoşe û got şewitandina înfazan li dijî nîqaşên aştî û civaka demokratîk e.   * Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu balkişand ser bêcezahiştina bi feshkirina Peymana Stenbolê mezin bûye û konsepta şerê taybet a li Kurdistanê û got: “Li dijî hevkariya mêr-dewletê em ê tax bi tax, mal bi mal xwe rêxistin bikin û civaka demokratîk ava bikin." BI DÎMEN   *Nuray Erez a dayika 6 zarokane ji ber krîza aborî û xizaniyê di her qadê de dixebite û têkoşîna debarê dide wiha got: “Ji ber rewşa aborî ez neçarim biçim her karî bikim. Ji bo hewcedarê kesî nebim çi ji destê min bê dikim. Ji bo jiyanek baş bidin zarokên xwe em dixebitin.” DÎMEN HEYE    *Hevseroka Tum Bel-Senê Çagla Sanay da zanîn ku  ji ber li gorî rihê pêvajoyê gav nayên avêtin ev di civakê de dibe sedema bêbaweriyê û wiha got: “Divê demildest gavên qanûnî û hiqûqî bên avêtin. Heta gav neyên avêtin wê civak îkna nebe û bawerî winda bibe.”DÎMEN HEYE   *Çavkaniyeke ku li zanîngeha Yuzunucu Yil a Wanê xwendiye, îdia kir ku çawîşên pispor nasnameyê nîşan didin û heta derengiya şevê li kampusê digerin.