Di Çemê Dîcleyê de mirina masiyan 2026-06-01 13:26:24   ŞIRNEX - Di Çemê Dîcleyê de gelek masî mirin.    Di Çemê Dîcleyê de ku di Geliyê Botanê yê li navçeya Hezex a Şirnexê re derbas dibe, gelek masî mirin. Sedema mirina masiyan nehat hînkirin. Dê piştî lêkolînan sederma mirina masiyan diyar bibe.