Azadiya Welat bi manşeta ‘Êdî dem kêm e’ derket 2026-06-01 09:49:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 21'emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Êdî dem kêm e” gihîşt ber destê xwînerên xwe.   Rojnameya Azadiya welat vê hefteyê bal kişand ser nirxandinên li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çarçoveya qanûnî û gavên ku nayên avêtin. Rojname bi manşeta “Êdî dem kêm e” derçû.    Rojnameyê gotarên nivîskar Felemez Ulug û Rifat Ronî ên derbarê hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nêzîkatiya hikûmet û dewletê de derxistin manşetê. Rojnameyê dîsa di rûpela manşetê de cih da gotara nivîskar Mulkiye Bîrtane ya bi sernavê “Şerê taybet ê li dijî jinan”, gotara nivîskar Fereydûn Saman a bi sernavê “Marjînalîzekirina kurdî”, gotara nivîskar Kurdistan Lezgiyeva ya bi sernavê “Pêşerojeke ku ji erdê şîn dibe”, nivîsa Serdil Akdag a bi sernavê “Hêza jinan ji tarîtiya mêrperest xurttir e”, nivîsa Rêdûr Dijle ya bi sernavê “Di Şannema Şehîdan de rejîma heqîqetê” û her wiha hevpeyvîna Mehmet Alî Ertaş a bi Hevberdevkê HDK'ê Alî Kananonoglu re derxistiye pêş.