Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir 2026-05-28 20:27:21     NAVENDA NÛÇEYAN-Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û girtiyên din, di çarçoveya Cejna Qurbanê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirine.   Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin û girtiyên din, bi malbatên xwe re hevdîtin kirine.   Di daxuyaniya li ser meyda dijîtal hat kirin de, hate diyarkirin ku hevdîtin di çarçoveya cejnê de hatiye kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Birêz Abdullah Ocalan bi endamên malbatê Gulsum Ocalan, Omer Ocalan û Mehmet Reşîd Ocalan re îro (28ê gulana 2026an) li Girava Îmraliyê di çarçoveya serdana cejnê de hevdîtin bi malbata xwe re pêk anî. Muwekîlên me yên din Birêz Hamilî Yildirim, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Ergîn Atabey, Birêz Mahmut Yamalak û Birêz Zekî Bayhan jî îro bi malbata xwe re (28ê gulana 2026an) li Girava Îmraliyê di çarçoveya serdana cejnê de hevdîtinê pêk anîn. Birêz Ocalan bi wesîleya vê hevdîtinê re cejna her kesî pîroz kir û silav û hezkirinên xwe ragihand.”