Li Gimgimê nobeta xwezayê: Ji bo xwezayê jî aştî divê 2026-05-23 09:05:04   MÛŞ - Jinên 19 roj in li dijî projeya JES’ê ya li navçeya Gimgimê tê xwestin bê pêkanîn, di nobetê de ne wiha gotin: “Tevî pêvajoya aştiyê li hember xwezayê şer dane destpêkirin. Ger çal bên vekirin, gel wê koçber bibe. Divê aştî bi gotinê nemîne, divê aştî ji bo hemû xwezayê bê. Xweza tune bibe em ê jî tune bibin. Divê em têkoşînê mezin bikin.”   Nobeta konvedanê ya li gundê Xwarikê yê bi ser navçeya Gimgimê ya Mûşê ve ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 19'emîn de berdewam dike. Li qada nobetê ya ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, pankartên wekî “Kedxwariyê neke, xwezayê xilas neke” û “No hard mîrasê kal û bavikan o. Bavokê ameyoxî yo, JES newazenîme” hatine daliqandin.6 gundên ku dê ji projeya JES'ê bi bandor bibin, ji bo parastina xwezaya xwe xwe bi rêxistin kirine û her roj 2 gund ji bo 24 saetan nobetê digirin. Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de tê diyarkirin ku erdnîgariya Kurdistanê bi salane  bi projeyên maden, bendav û enerjiyê tê talankirin.   Rêvebera Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê Nebet Çelîk, endama meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sanem Dapakli û hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Perîhan Sogukbulak der barê mijarê de axivîn.   ‘Divê her kes xwedî li axa xwe derkeve’   Nebet Çelîk da zanîn ku ji bo têkoşîna li dijî projeya JES’ê ya li Gimgimê ji Îzmîrê hatine û got divê gel li dijî projeyê rabe ser piyan û li ber xwe bidin. Nebet Çelîk wiha vegot: “Em hewl didin xwedî li vir derkevin. Em ji bo parastina axa xwe hatin vir. Em çiqas li bajaran bijîn jî em parçeyek vê axê ne.  Em xwe li ser axa xwe baş hîs dikin. Bîr û paşeroja me li vir e.  Em ji roja ewil de tên konê berxwedanê. Bila her kes xwedî li axa xwe derkeve. Divê em berxwe bidin û têbikoşin.”   ‘Xweza tune bibe em ê jî tune bibin’   Nebet Çelîk daxuyakirin ku xweza tunebe ew jî tune ne û wiha dirêjî dayê: “Xweza û jin wekhevin. Berê jinan bi nebatên ji xwezayê kom dikirin şifa belav dikirin. Bi tunebûna xwezayê re wê her tişt tune bibe. Hemû derman ji xwezayê tên çêkirin. Xweza her tişt e. Em qadên xwezaya xwe tune nekin. Ev xweza û derman tune bibin em ê jî tune bibin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din jî li dijî xwezayê şer didin destpêkirin’   Nebet Çelîk balkişand ser pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ û wiha dawî lê anî: “Pêvajo yekalî dimeşe. Li cihê aştî hebe divê şer temamî ji holê rabe. Divê ne tenê ji bo mirovahiyê ji bo xwezayê jî aştî bê.  Li aliyekî dibêjin aştî li aliyê din talan dikin. Di pêvajoya aştiyê de gavên yekalî tên avêtin. Tevî pêvajoya aştiyê  şer tê meşandin.Ev ne samimî ye.”   Ji bo têkoşînê bang   Sanem Dapakli bertek nîşanê projeya JES’ê da û wiha dawî lê anî: “Ez ji Gimgimê me. Em vê projeyê naxwazin. Ji 24’ê Nîsanê de ye çalakiyên me didomin. Em di nobeta konde ne. Em paradîgma ekolojîk a jinan esas digirin. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”   Perîhan Sogukbulak jî balkişand ser projeyên li Tirkiye û Kurdistanê dikevin jiyanê û got li herêma Serhekê 45 projeyên GES’ê hene û ligel vê jî gelek projeyên din tên plankirin.  Perîhan Sogukbulak bi lêv kir ku ev proje zirareke mezin didin herêmê.