Tehliyeya Melîke Goksu û Emîne Abîş cara 3'yem hat taloqkirin 2026-05-22 14:29:30   ENQERE - Berdana Melîke Goksu û Emine Abîş, yên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve ji bo her yek neh mehan hatiye paşxistin.   Berdana Melike Goksu û Emine Abîş, yên ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa F ya Sîncanê girtî ne, bi biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê cara sêyemîn hatiye astengkirin. Berdana girtiyan ji aliyê lijneyê ve ku di 21'ê Gulanê de civiya, bi hinceta ku "tevgera wan ne baş e", ji bo her yek neh mehan hatiye paşxistin.   Melîke Goksu ku di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wekî hevşaredara Qereyaziya  Erziromê hatibû hilbijartin, di 18'ê Îlona 2019'an de bi tohmeta "endamtiya rêxistinekê" hatibû girtin. Melîke Goksu ku cezayê wê 7 sal û 16 meh ceza  lê hatibû birîn, berê di Tebaxa 2025'an de ji bo sê mehan û di Mijdara 2025'an de ji bo şeş mehan hatibû paşxistin.   Emîne Abîş ku di 31'ê Adara 2023'an de di doza xwerêveberiya Sûrê de hatibû girtin, bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Paşê berdana wê ya bi şert di Tebaxa 2025'an de ji bo 3 mehan û di Mijdara 2025'an de ji bo 6 mehan hatibû paşxistin û ev yekê rê li ber berdana wê girtibû .   Dîroka din a danişîna girtiyên ku berdana wan hatibû astengkirin ji bo 22'ê Sibatê hatiye destnîşankirin. Di meha dawî de, berdana 5 girtiyên ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê bi biryara Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hatiye astengkirin.