ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2026'AN 2026-05-20 09:00:00     * Jinên tevli meşa ‘Ji bo aştiyê gavê bavêje’ û bernameya Cejna Zimanê Kurdî bûn diyar kirin ku divê bi îradeya Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê bi gavên şênber bên pêşxistin û banga statuyê kirin. DÎMEN HEYE    * Meral Daniş Beştaş balkişand ser naskirina statuya Rêberê Gelê Kurd û pêşketina pêvajoya aştiya demokratîk a jin di navenda wê de ye û da zanîn ku heta ewlehiyên qanûnî û hiqûqî pêk neyên wê pêvajo jî pêş nekeve. DÎMEN HEYE    * Nûnera Tevgera Karkerên Gravên Kanaryayê Lucy Rodrîguez Gangura der barê pêvajoyê de axivî û got: “Tabana civakî ya berfireh tunebe muzakere jî ne saxlem in. Dema muxatabê pêvajoyê di bin tecrîdê de be aştî jî ne pêkan e. Sendîka diyar dike ku mafên gelan, aştî û demorkasiyê neyê parastin wê mafê karkeran jî neyê parastin.   *Jinan diyar kirin ku qetilkirinên jinan bi awayekî sîstematîk zêde dibin û gotin bêcezahiştin jiyana jinan tehdîd dike. DÎMEN HEYE    *Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mûşê Işik Ronay Akman der barê ‘Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan’ de ku li Mûşê hatiye vekirin axivî û got: “Li dijî tundî, xizanî û serdestiya mêr wê jin li vir piştgiriya civakî, psîkolojîk, aborî û hiqûqî bigirin.”  DÎMEN HEYE    * Di lêpirsîna Gulîstan Doku de kêliyê nû derdikevin holê. Tê dîgotin ku îfadeyên Ugurcan Akçikgoz yên der barê roja bûyerê de bi îfadeyên şahidan û qeydên bazê re li hev nake. Sedema berdana wî nayê zanîn.