ROJEVA 19'Ê GULANA 2026'AN 2026-05-19 09:00:00     *ŞIRNEX - Hevşaredara Deştadarê Halime İlçin, diyar kir ku ew ê li gorî daxwazên jinan Navendeke Piştgiriya Jinan û pirtûkxaneyekê dê vekin û got, "Jin daxwaza cihekî taybet dikirin. Me karê xwe li gorî van pêdiviyan bi teşe kiriye." DÎMEN HEYE   *Welatiyan diyar kirin ku Foruma Aştî û Azadiya Civakî beşên cuda yên civakê aniye cem hev û gotin ku ji bo rêya aştiyê vebe, divê civak bi yek dengî biaxive û divê ew guh bidin Abdullah Ocalan. DÎMEN HEYE   *Jinên ku beşdarî meşa "Gavek ji bo aştiyê" bûn diyar kirin ku ji bo aştiya civakî divê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û gotin: "Azadiya ziman dixwazin û her wiha divê girtiyên siyasî serbest bên berdan." BI DÎMEN    *Niha YPJ ji aliyê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve wekî hêzek leşkerî nayê qebûlkirin. Di civîna navbera Fermandariya Giştî ya YPJ û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Merhef Ebû Kasra de ku hat lidarxisitn li ser ka YPJ çawa dikare di nav Wezareta Parastinê de were entegrekirin niqaş hatiye kirin. Di civînê de pêşnûmeyek ji wezîrê Parastinê re hat pêşkeşkirin, lê heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Wezareta Parastinê dixwaze ku YPJ tevlî Hêzên Hûndirîn bibe. Lê YPJ dibêje ew dixwaze wekî hêzek di nava artêşê de cîh bigre, ne wekî Asayîş." JI PÊNÛSA JINAN