Xelkê Dêrikê ji bo YPJ'ê meşiya 2026-05-18 15:01:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan kes ji şêniyên Dêrikê, bi armanca piştgiriya bi YPJ'ê re û naskirina mafên jinan li destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê meşiyan.   Di çarçoveya kampanyaya ku di meha Nîsanê de ji hêla Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ve ji bo piştgiriya YPJ`ê hatiye destpêkirin, Kongra Star 18'ê Gulana 2026'an li Dêrikê meşek girseyî lidar xist.   Girseya gel li Qada Azadiyê li hev kom bû, alên YPJ`ê û pankartek ku li ser nivîsandibû "Em hemû YPJ ne û YPJ nûnertiya me dike" bilind kir.   Meş li Navenda Kongra Star veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji rêveberên Konfera Star Wefaa Elî axivî û bal kişand ser girîngiya bicihkirina mafên jinan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de, naskirina YPJ`ê û entegrekirina wan di nav pergala Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de. Her wiha destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji ber rola girîng a jinan di salên şoreşê de wekî "Şoreşa Jinan" tê zanîn.   Wefa Elî diyar kir ku kampanyaya piştgiriya YPJ'ê dê berdewam bike heta ku mafên wan û mafên hemû jinan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin misogerkirin.   Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana YPJ'ê bi dawî bû.