Li Stenbolê konferansa ‘Komun şaredarî ye, şaredarî komun e’ hat lidarxistin 2026-05-17 12:33:38   STENBOL - Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê bi dirûşma “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” konferansa Stenbolê ya rêveberiyên xwecihî li dar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku ji bo pêvajoyê wan gelek civîn li dar xistine û got: “Di demên dawiyê de me xwe gihand 500 hezar kesan. Gel ji pêvajoyê bawer e, lê ji ber ku dewlet gav navêje gel ji ji dewletê bawer nake.”   Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê bi dirûşma “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” konferansa Stenbolê ya rêveberiyên xwecihî ya demokratîk a giştî li dar xist. Konferans li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Bagcilarê pêk hat. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, rêveberên DEM Partiyê û endamên meclîsên şaredariyên navçeyên Stenbolê tev li konferansê bûn.   Konferans bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.   ‘Gel ji pêvajoyê bawer dike lê ji dewletê bawer nake’   Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî di konferansê de axivî û diyar kir ku ew di rojên dîrokî de derbas dibin û wiha axivî: “Piştî banga birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê bûyerên gelek girîng qewimîn. PKK gelek gavên girîng avêt. Lê dewleta Tirkiyeyê li dijî gavên PKKê gav neavêt. Li Meclîsê komîsyonek hate avakirin û rapor hate amadekirin. Lê desthilatê pêşniyarên raporê bicih neanî. Ji bo pêvajoyê me gelek civîn li dar xist. Di demên dawiyê de me xwe gihand 500 hezar kesan. Me dît ku gel ji pêvajoyê bawer dike, lê ji ber ku dewlet gav navêje, gel ji dewletê ne bawer e. Duh li gelek bajaran ji bo bang li dewletê bikin em daketin qadan û meşên girseyî li dar xist. Em ê ji niha şûn ve jî li qadan bin.”   Bi dû axaftina Tiryakî re konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.