Li Giyadînê şahiya dengbêjan: Divê zimanê Kurdî li her derê azad be 2026-05-13 15:03:52   AGIRÎ - Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahiya dengbêjan hate lidarxistin. Di şahiyê de Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr axivî û got: “Êrişên dewletê yên li ser ziman û çanda me berdewam dikin.”   Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê bi minasebeta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin. Şahiya ku ji aliyê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çandê ya Araratê (KURDÎ-ZAN) û Şaredariya Giyadînê ve hate organîzekirin, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bûn. Şahî li Eywana Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Giyadînê pêk hat û pankarta bi nivîsa “Zimanê me rûmeta me ye” hate daliqandin.   ‘Divê zimanê Kurdî li her derê azad be’   Hevseroka KURDÎ-ZANê Dîcle Bozkurt di şahiyê de axivî û 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û ev yek got: “Tenê daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî li her derê bi awayekî azad were bikaranîn. Divê perwerdehiya Kurdî ji malê dest pê bike û her kes bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxive.”   'Zimanê Kurdî di nav 8 zimanên herî dewlemend de ye'   Paşê Parlamenter Nejla Demîr bal kişand zextên li ser zimanê Kurdî û girîngiya parastina zimanê dayikê û got: “15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemûyan pîroz be. Zimanê Kurdî zimanekî qedîm û dewlemend e; di nav zimanên cîhanê de ji aliyê xezîneya peyvan ve di nav 8 zimanên herî dewlemend de ye. Em hezar sal in ji bo zimanê xwe têdikoşin. Dewlet hîn jî helwestên xwe yên berê didomîne. Armanca dewletê ew bû ku Kurdî tune bike û gelekî ji nasnameya wî qut bike; mixabin ev nêzîkatî hîn jî berdewam dike.”   Çanda dengbêjiyê û bîra civakî   Di şahiyê de li dîwana dengbêjan, kilamên li ser evîndarî û lehengiya Kurdan hatin gotin. Dengbêjan jî diyar kir ku zimanê dayikê sedema hebûna civakê ye û çanda dengbêjiyê di parastina vê hafizeyê de xwedî roleke jiyanî ye.   Bernameya ku rastî eleqeyeke mezin a beşdaran hat, bi kilam, govend û çepikan bi dawî bû.