Standa KURDÎGEH'ê di roja 3yemîn de didome 2026-05-11 15:43:36   WAN - Çalakiya KURDÎGEH'ê ya “Konên Zimanê Kurdî” ya li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di roja 3'yemîn de berdewam dike.   Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) di 9'ê Gulanê de li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê çalakiya konvedanê ya bi navê “Konên Zimanê Kurdî” dabû destpêkirin. Çalakiya ku bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tê lidarxistin, di roja 3'yemîn de jî berdewam kir. Welatî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê didin û serdana standên pirtûkan dikin.   Wê çalakiya KURDÎGEH'ê heta 14'ê Gulanê bi naverokên cur bi cur berdewam bike.