'Hozan Mizgîn mîrateyek mezin li dû xwe hişt' 2026-05-11 09:06:49   Jiyan Gencan   QAMIŞLO - Ji rêveberiya Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişloyê, Rûken Mihemed anî ziman ku xebatên çandê li ser mîrateya Hozan Mîzgîn tê meşandin û got:" Ji bo xwedîderketina li mîrateya Şehîd Mîzgîn xebatên me yên hûnerî, bi parastina çanda resen a kurdayetiyê tên meşandin."   Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) bi huner û kesayetiya xwe ya şoreşger bandor li têkoşînê kir. Hozan Mizgîn di sala 1962'yan de li gundê Bileydera Êlihê hat dinê. Hozan Mizgîn bi deng û hunera xwe li dijî zihniyeta serdest li ber xwe da. Hozan Mizgîn di 12'yê Îlona sala 1980'ê de tevlî têkoşîna azadiyê bû. Bi tevlîbûna xwe di nava xebatan de çalak cih girt.    Li ser salvegera şehadeta Hozan Mîzgîn ji rêveberiya Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişloyê Rûken Mihemed ji ajansa me re axavî.   'Heval Mîzgîn hem hunermend û hem jî şoreşger bû"   Rûken Mihemed di destpêka axaftina xwe de kesayeta şehîd Mîzgîn nirxand û got: " Meha gulanê meha şehîdan e, di şexsê şehîd Mîzgîn de hemû şehîdên doza azadiyê bi hurmet bibîr tînim. Wekî tevgera Hîlala Zêrîn li Rojavayê Kurdîstanê me mîrateya xwe ji Şehîd Mîzgîn, Delîla girtine. Li ser wî mîrasî jî em xebatên xwe yê çandên didin meşandin. Çawa ku Rêber Apo ji bo me xeta têkoşîna azadiyê diyar kir, şehîd Mîzgîn jî bû pêşenga xebatên hunerî. Şehîd Mîzgîn di koma Berxwedan de jî cihê xwe digre. Heval Mîzgîn hem jinek hunermend, şoreşger û siyasetmedar bû. Di xebatên cephewî de jî di nava gel de xebatên xwe pir bandorker da meşandin. Şehîd Mîzgîn di Koma Berxwedan de kedek mezin daye. Hozan Mizgîn mîrateyek mezin li dû xwe hişt."   'Bi şoreşê re me çanda resen a kurdayetiyê parast'   Rûken Mihemed li ser xebatên hunerê ku li Rojava tên meşandin jî ev yek got: " Li Rojavayê Kurdistanê berî şoreşê di şexsê wan hevalan de xebatek pir mezin hat meşandin. Xebatên me yên çandê bi destê wan hevalan hat parastin û heta niha em li ser wê mîrateyê xebatên xwe dewam dikin. Ji Kevana Zêrîn heta niha ku Hîlala Zêrîn e xebat pir mezin û berfirehtir bû. Ew mîrate ji nifşekî derbasî nifşekî nû dibe. Berî şoreşê li hemberî xebatên hunerî astengî hebûn, lê bi hatina şoreşê re û bi saya têkoşîna YPJ'ê ji bo jinan di warê hunerî de xebatên mezin hatin meşandin. Di nava xebatan de di destpêkê de me kesayeta Hozan Mîzgîn nas kir, şehîd Mîzgîn di Rojava de jî xebat daye meşandin. Ew ji me re bû bingeha perwerdeyê. Bi şoreşê re me çanda resen a kurdayetiyê parast. Hemû hewldanên me derxistina holê ya rengê kurdewarî bû. Bi şoreşê re gelek tişt hatin guhertin. Bandora stranekê li ser civakekê gelek zêde ye. Di şoreşa Rojava de lingek esasî jî xebatên çandê ye."   'Li ser navê Şehîd Mîzgîn gelek berhem hatin çêkirin'   Rûken Mihemed anî ziman ku li ser navê Şehîd Mîzgîn gelek berhem hatin çêkirin û got: " Studyo ya şehîd Mîzgîn gelek berhemên gîrîng di wê demê de derxistin. Xebatek gelek bi nirx hat meşandin. Wekî stran li ser navê studyo ya şehîd Mîzgîn tê tomarkirin û klîp wiha derdikeve. Herî dawî jî strana 'Tol û em li vir in' hatin weşandin. Li gorî temenê studyoyê xebatên bi nirx û girîng tên meşandin. Di warê dengbêjiyê de xebat hene. Amûrên zîndî yên Kurdî di xebatên me de hene. Dibîstanên me yên hunerî hatin avakirin û hemû pêkhateyên ku li ser wê axê dijîn cihê xwe tê de digrin. Bi çanda neteweya demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve wekî proje hatiye avakirin xebat tên meşandin."   Rûken Mihemed di dawî de anî ziman ku xwedîderketina wan a şoreşê xwedîderketina li mîrateya şehîdan e û got:"Ji bo parastina vê mîrateyê jî wê têkoşîna me ya çandî û civakî berdewam bike. "