Li Mexmûrê êrişên li ser zimanê Kurdî hat şermezarkirin 2026-05-10 13:11:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendevan û mamostayên dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn a li Mexmûrê li li dijî rakirina nivîsên Kurdî ya li ser tabelayan a ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Şamê ve, nerazîbûn nîşandan û gotin: “Em weke Qada Perwerdê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, di her warî de, bi taybet di warê ziman û perwerdê de, ji bo gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê çi destek, alikarî û piştgiriyek bê xwestin, amadene bi hemû hêz û kêrhatina xwe bibin bersiv.”   Li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xwendevan û mamostayên dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn êrişên Hikûmeta Demî ya Şamê yên li ser zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.     Daxuyanî di hewşa dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn de bi amadebûna xwendevan û mamostayan destpê kir. Daxuyanî ji aliyê xwendevana dibistana amadeyî Avyan Avyanî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Ji beriya demekî dirêj, weke dagirkerên din, desthilatdariya Suriyê jî zimanê me qedexe kiribû. Li hemberî vê zordariyê gelê me li Rojavayê Kurdistanê serî rakir û bi ked û xwîna şehîdan piraniya herêmên Kurdî ji bin destê dagirkeriyê rizgar kirin. Di pêvajoya vê şoreşê de, bi deh hezaran pakrewanên me çêbûn.   Bi saya têkoşîna Rojavayê Kurdistanê li Rojava perwerdeya zimanê Kurdî hat dayîn. Ji ber dizanî ziman ne tenê amûrek ya ji bo ragihandinê ye, bingehê çand û nasnameya her gelekî ye. Bi salane ev perwerde her dewam dike û di hemû qadan de serkeftinên mezin bi destxistine û bûye pira hezkirina di nava gel de.   Li hemberî vê serkeftinê, neyarên hindir û ji derve ketin nava girkirina gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê. Her çiqas gelek şehîd û esîrên me çêbûn jî, lê nekarîn Kurdan ji holê rakin. Li hemberî berxwedana gelê Kurdê Rojava û piştgiriya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyi welat, neçar man şer rawestinin.   Niha ji dixwazin gelê me bi awayekî ramyarî tine bikin. Ji ber wê, dixwazin zimanê me yê bûyî zimanê perwerdê, carek din ji holê rakin. Li hemberî vê hişmendiya takrewî, gelê me jî weke her carê ji bo parastina ziman û rûmeta xwe li ser piyan in. Em ji li vir rewşê ji nêzik ve dişopînin û bang li zordarên Şamê dikin û dibêjin: Zimanê her geleki nasname û bîra wan ya dîrokê ye.   Em bangî desthilatdariya xwe sepên a Şamê dikin: Emê rê nadin destkeftiyên gelê me yên ku bi xwîna pakrewanan hatine bidestxistin, bên desteserkirin. Bila bizanin, Rojava ne bi tenê bû, ne bi tenê ye û wê nemine bi tenê. Her wiha, em bangî gelê Kurd dikin li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bila dengê xwe bilind bikin û li Rojava xwedi derbikevin. Ji ber ku Rojava di bin metirsiyekî mezin de ye. Ji bo tola DAIŞ’ê li Kurdan hilînin, desthilatdariya paşverû ya Şamê di nava planên gelek qirêj de ye. Divê em bi hişyarî di ferqa vê yekê de bin û li her cihî van nêzikatiyên dijminane şermezar bikin.   Ji bo piştgiriya gelê xwe yê Rojava û protestokirina bêrêziya li hemberî zimanê me tê kirin; em weke Qada Perwerdê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, di her warî de, bi taybet di warê ziman û perwerdê de, ji bo gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê çi destek, alîkarî û piştgiriyeki bê xwestin, amadene bi hemû hêz û kêrhatina xwe bibin bersiv û bi vê boneyê em hemû pirtûkên xwe yên Zimanê Kurdî yên ku hatine nûjenkirin diyariyê komîteya perwerdê ya Rojavayê Kurdistanê dikîn.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.