Li Colemêrgê mirineke biguman a zarokekê 2026-05-09 12:54:33   COLEMÊRG - Li Taxa Berçelan a Colemêrgê zaroka bi navê A.Z. bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Berçelan a Colemêrgê duh êvarî zaroka bi navê A.Z. (17) ji qata çaran a malê ket xwarê û bi giranî birîndar bû. Piştî welatiyan ferq kir, A.Z. rakirin nexweşxaneyê. Zaroka ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat dermankirin, tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.