ROJEVA 7'Ê GULANA 2026'AN 2026-05-07 09:00:00     *Li Afganîstanê tundî, zext û xizaniya li ser jinê her diçe giran dibe û Sîma Naîmî ya çar caran hat binçavkirin, tehdîdên mirin û îşkence dît wiha got: “Gavek herî hêsan jî êdî rîsk e.”   *Piştî zivistana dirêj û bi baran şûnde bihar hat û li Botanê bihar wek berxwedana gel ji nû ve zindî bû. VÎDEO   *Endama Meclîsa Jinan a Dem Partiyê Nazmiye Ulker da zanîn ku tevî di ser banga aştiyê ya 27’ê Sibata 2025’an re dem derbas bûye jî hîna gavek nehatiye avêtin û got: “Aktorek hem muxatabê pêvajoyê tê dîtin û li aliyê din tê tecrîdkirin. Azadiya fîzîkî û statu divê bibe rojev. Divê demildest pêvajoya statuyê bê destpêkirin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka DEM Partiyê ya Umraniyeyê Ayten Bîngol bal kişand ser kêmasiyên di gavên qanûnî û şênber yên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û daxuyakirin ku aştiyeke mayînde bi tevlibûna hemû aliyên civakê û hevqebûlkirinê pêkan e. DÎMEN HEYE   * Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk got tevî biryarên DMME’yê "Mafê hêviyê" nayê pêkanîn û got ev zirarê dide ewlehiya hiqûqî ya li Tirkiyeyê. Raziye Ozturk got ji bo çareseriyê divê hem sererastkirina qanûnî hem jî îradeyek xurt a siyasî hebe. BI DÎMEN