Atolyeya Xizmetên Ji Bo Beşdariyê û Berfirehkirina Qadên Giştî 2026-04-27 15:50:37   AMED -Atolyeya du rojan a bi navê “Qadeke Giştî ya Cûda” û “Paradîgmayeke Nû ya Bajarvaniyê” ku ji aliyê Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê ve hatibû organîzekirin, ji raya giştî re hate ragihandin.   Di atolyeyê de, beşdaran li ser nêzîkatiyeke rêveberiya herêmî ya nû li hev kirin ku hiyerarşiyan hilweşîne, beşdariyê û hevkariyê pêş bixe, parvekirina zanînê xurt bike û fêrbûna dualî derxe pêş.   Şaredariya Peyasê bi beşdariya akademîsyenan, rêveberên şaredariyê û gelek gerînendeyan (Gerînendetiya Park û Baxçeyan, Plansazî û Projeyan, Çand û Karên Civakî, Polîtîkayên Jinan, Ciwan û Sporê) û komîsyonên wekheviya zayendî, xizmetên yasayî, ekolojîk, astengdar, pirsgirêkên jinan, perwerdehî û çandê, ev atolyeya du rojan li dar xist.   Di atolyeyê de paşeroja bajêr, rêveberiyên herêmî û pêşkêşkirina xizmetan ji perspektîfa van her du mijarên bingehîn hatin nîqaşkirin. Di daxuyaniya dawî de wiha hate gotin:     “Di atolyeya me de, me bi hev re pêdiviyên ku ji qadê derdikevin, daxwazên gel û çavkaniyên heyî nîqaş kirin. Bi kûrkirina van gotûbêjan re, bi rêya xebatên li qadê û hevpeyvînên rûbirû, me têkiliyên bi taxan re, formên nûnertiyê û derfetên beşdariyê ji nû ve vekoland. Lêgerîna li ‘qadeke giştî ya cûda’ bi berfirehî hate nîqaşkirin.”   Her wiha hate ragihandin ku di atolyeyê de li ser nêzîkatiyeke rêveberiya herêmî li hev hate kirin ku “hiyerarşiyan hilweşîne, beşdarî û hevkariyê bixe pêş, rêxistin û komîteyên taxan xurt bike û parvekirina zanînê û fêrbûna dualî pêş bixe.”   Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku hemû beşên civakê dê xwedî gotineke mezintir bin û qada giştî ne tenê cihên fîzîkî ne, lê ji nû ve avakirina têkiliyên civakî ye û wiha berdewam kir:   “Em dixwazin qadeke giştî ya piralî, têkildar, li ser bingeha hevgirtinê û azadiyê ava bikin, li dijî têgihiştina qada giştî ya yekreng, dûr û pasîv a ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve tê ferzkirin.”    Di vê çarçoveyê de, xurtkirina mekanîzmayên hilberîna kolektîf, hevgirtin û hevkariyê, zêdekirina koordînasyona di navbera yekeyên şaredariyê de, şefafî, exlaq û berpirsiyarî di pêvajoyên biryargirtinê de wekî prensîbên sereke hatin diyarkirin.   Her wiha hate tekez kirin ku parastina çand, ziman û nasnameyan, piştgiriya pirzimanîbûnê ya li ser bingeha zimanê dayikê, misogerkirina beşdariya wekhev û azad a jinan, zarokan, kal û pîran, kesên bi asteng, hemû zindeweran û hemû komên civakî di jiyana giştî de û xurtkirina pratîkên jiyana ekolojîk di nav rêgezên bingehîn de ne.   Atolye li Parka 75an hat lidarxistin û di heman demê de qeyranên wekî erdhej û felaketên xwezayî jî hatin nirxandin. Beşdaran ramanên xwe yên derbarê başkirin û veguherandina warên xwe de parve kirin û wiha gotin: “Bi vî awayî me rêyeke nû ya jiyanê ya li gorî prensîbên jiyanî danî pêşiya xwe.” Di dawiyê de hate gotin:  “Em ê pêşniyarên ku ji nîqaşan derketine, bixin meriyetê!”   Şaredariya Peyasê ragihand ku ew ê di demek nêz de nîqaş û pêşniyarên atolyeyê veguherîne polîtîka û pratîkên berbiçav. Wan ev pêvajo ne tenê wekî xebateke rêveberiya herêmî, lê wekî pêvajoyeke veguherîna civakî jî dibînin û got:   “Em bajarê xwe li ser bingeha paradîgmayeke bajarvaniya azad, demokratîk, ekolojîk û li ser azadiya jinan ji nû ve ava dikin. Bi vê înîsiyatîfê re, em biryara xwe ya ji bo avakirina Peyaseke hê xurtir wekî qadeke jiyanî ya li ser bingeha demokrasî, ekolojî, azadiya jinan û jiyana kolektîf careke din dubare dikin.”    Bi vî awayî atolyeya du rojan bi dawî bû.