ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2026'AN 2026-04-26 09:00:00   * Karkera malê Sultan Karasu da zanîn ku karkeriya malê ji statuya qanûnî bê par tê hiştin û jin bi tundî, destdirêjî û bêewlehiyê re tên rû hev. Sultan Karasu wiha got: “Em hene, em bi keda xwe hene lê di qanûnê de navê me tuneye. Zehmetî pir zêde ye lê yên barê me sivik bikin tune ne. Em ê li dijî vê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. BI DÎMEN    *Şaredara Kobanê Almaz Romî, diyar kir ku wek jinekê wê destkeftiyên jinan bi xebat û têkoşîna xwe biparêzin û got " Di nava entegrasyonê de rola jinan a herî girîng e. Divê destkeftiyên jinan werin parastin." DÎMEN HEYE   *Endama meclîsa jinan a DBP’ê Elîf Îpek Tîrenç balkişand ser zêdebûna tedbîrên parastin û tundiyê ya di daneyên ku Wezareta Dadê aşkera kiriye de û got aliyên vê yên aborî, civakî û siyasî krîzek giran nîşan dide û bertek nîşanê pêknehatina qanûna 6284'an da. DÎMEN HEYE   *Ji parêzerên TOHAV’ê Esma Yaşar da zanîn ku dosyaya Gulistan Doku nokteya pergala bêcezahiştinê ya Tirkiyeyê nîşan dide û got: “Gulistan tune kirin, dewlet dizane.” DÎMEN HEYE   *Sekretera jinan a KESK’ê Done Gevher Koyun got li cihê aştî û demokrastî tunebe kedkar nikarin mafên xwe bi dest bixin û da zanîn ku zemîneke têkoşîna hevpar bi aştî û demokrasiyê pêkan e. DÎMEN HEYE