Derbarê hevjîna Tuncay Sonel de serlêdana binçavkirinê 2026-04-19 14:06:37   DÊRSIM – xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku ragihand ku ji bo binçavkirina hevjîna waliyê wê demê Tuncay Sonel de serî li serdozgeriyê dane.   Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de 13 kes hatin binçavkirin û ji wan 10 kes hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel û serbijîşkê wê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr hîn jî di bin çavan de ne.   Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku li ber Edliya Dêrsimê axivî û got ku parêzerê wan derbarê hevjîna waliyê wê demê Tuncay Sonel, Handan Sonel de ji bo bê binçavkirin serlêdan kirine. Aygul Doku got, “Dayika kiryar Mustafa Turkay Sonel bê guman dizane ku kurê wê yê tecawizkar keça me kuştiye. Ji ber vê yekê parêzerê malbata me serlêdana binçavkirina wê kir. Em baweriya xwe bi dozger tînin.”