ROJEVA 18'YÊ NÎSANA 2026'AN 2026-04-18 09:00:00     * Sendîkavan û siyasetmedaran êrîşên li Sêwereg û Mereşê li dijî dibistanan hatin jiyîn nirxandin û got: "Ev pirsgirêkeke pergalê ye û polîtîk e." BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku Gulîstan Doku di mirinên bi gûman yên jinan de nokteya girînge û gotin: “Heta aqûbeta Gulîstan Doku ronî nebe, wê mirinên bi gûman yên jinan zêde bibin.” BI DÎMEN    *Endama Piştevaniya Mor, Eylul Naz Baklaci da zanîn ku di zêdebûna qetilkirina jinan de polîtîkayên bêcezahiştinê û pêknehatina qanûnan bandorek mezin dike û got: “Nîqaşên demokratîkbûnê di alî jinan de bi gavên şênber wê watedar be.” BI DÎMEN   *Parêzer Dîcle Aksu da zanîn ku ji ber dewlet gavê navêje bi gel re bêbawerî çêdibe û wiha got: “Ev pêvajo ji reformên klasîk wêdetir wek demek derbasbûnê dikare bê pênasekirin. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyeyê divê gava ewlehiyê bê avêtin.” BI DÎMEN