Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Kiryar tên parastin 2026-04-17 15:04:26   AMED -Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ku têkildarî êrişên faşîst ên li zanîngehan û êrişên li ser dibistanên li Sêwreg û Mereşê pêk hatin daxuyanî dan. Xwendekaran xwestin Wezîrê Parastinê Yûsûf Tekîn îstîfa bike û ev pirs kirin: “Ji bo Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yûsûf Tekîn îstifa bike li bendê ye ku çend xwendekarên din can bidin?”   Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bi sedan xwendekar li dijî êrîşên faşîst ên li Zanîngehên Ege, Hacettepe û êrişên li ser dibistanên Sêwreg û Mereşê pêk hatin, li ber Fakulteya Fenê ya zanîngehê kom bûn. Xwendekaran pankarta “Li dijî perwerdehiya bêewle li her derê têkoşînê bilind bike” rakir û bi dirûşmên “Yûsûf Tekîn îstîfa”, “Bijî berxwedana ciwanan” û “Bijî berxwedana xwedekaran” berz kirin. Xwendekar heta ber avahiya rektoriyê meşiyan. Piştî meşê, li ser navê xwendekaran bi zaravayê kurmancî yê Kurdî Faike Şik, bi Tirkî jî Serhat Tanilir metna daxuyaniyê xwend.   Kiryar bi ‘necezakirinê’ tên parastin’   Faike Şik, bal kişand ser komkujiyên li dibistanan û polîtîkaya necezakirinê û wiha got: “Em weke xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê; ji bo ku li dijî zincîra tundî, lînç û komkujiyên ku di demên dawî de li saziyên perwerdeyê zêde bûne bibin yek deng, ji bo kêmasiyên ewlehiyê yên sîstematîk teşhîr bikin û qadên perwerdehiya azad biparêzin, li vir in. Li Mereşê, mûhîmatên di mala polîsekî berê de ku ji aliyê zarokekî ve bi awayekî profesyonel hatin bikaranîn, ne bûyereke ji rêzê ye; encama tundiyeke ku bi destê dewletê hatiye mezinkirin e. Tiştên ku di vê pergalê de diqewimin berhema polîtîkayeke wisa ye ku kiryar bi ‘necezakirinê’ tên parastin.”   ‘Dema çeteyên faşîst bi palan dikevin kampusan, dibin kor û ker’   Faike Şik, bertek nîşanî dorpêçkirina kampusan a bi navê “ewlehiyê” da û wiha domand: “Çareserî ne ‘polîtîkayên ewlehiyê’ ne ku zanîngehan veguherînin girtîgehên vekirî. Tecrîdkirina fakulteyan a ji hevdû, bi turnîkeyan sînordarkirina qada tevgera xwendekaran an jî bi navê ‘ewlehiyê’ bicihkirina çawîşên pispor ên ku 7 salên xwe tejî kirine, ewlehiyê nayîne, dê zexta li ser xwendekaran zêde bike. Em dizanin; yên ku li hemberî xwendekarên mafên xwe yên demokratîk diparêzin bi sedan polîsan rêz dikin, dema çeteyên faşîst bi palan dikevin kampusan, dibin kor û ker.”   ‘Yûsûf Tekîn, ji bo îstifa bike li bendê ye ku çend xwendekarên din can bidin?’   Faîke Şik di axaftina xwe de pirsên xwe yên li ser berpirsiyariya saziyan wiha rêz kirin: “Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yûsûf Tekîn, ji bo îstifa bike li bendê ye ku çend xwendekarên din can bidin? Gelo dê hesabê mûhîmatên di destê polîsekî berê de ku rê li ber komkujiyekê vekir, bê pirsîn? Hêzên ewlehiyê yên ku di çalakiyeke herî piçûk a xwendekaran de dibin artêş, çima çavên xwe ji ketina çeteyên faşîst a bi palan a nav kampusan re digirin? YOK, dê kengî li hemberî vê avahiya xwar berpirsiyariyê bigire ser xwe?”   Banga ji bo avakirina zanîngeha azad   Faîke Şik di dawiya daxuyaniyê de banga yekîtiyê kir: “Em dibêjin ‘ji tundiya di perwerdeyê de re na’; em bang li hemû hevalên xwe dikin ku li dijî vê tundiyê werin cemhev, piştevaniyê mezin bikin û zanîngeha azad-xweser ava bikin. Tişta ku dibistanên me ewle bike, ne çawîşên pispor an turnîkeyên hesinî ne; yekîtiya birêxistinkirî û piştevaniya xwendekaran e. Bijî piştgiriya xwendekaran!”