ROJEVA 15'YÊ NÎSANA 2026'AN 2026-04-15 09:00:00     * Parêzera OHD’yî Sîda Yildiz rewşa heyî ya pêvajoya der barê çareseriya pirsgirêka Kurd û sererastkirinên qanûnî yên divê bên kirin nirxandin kir û da zanîn ku gavên ji bo aştiyê tên avêtin, ji ber di alî hiqûqî de bersiva xwe nabîne, di civakê de dibe sedema fikaran. DÎMEN HEYE   * Şervana YPJ'ê Narîn Axîn a bi eslê xwe Ereb ku bi birîdarî dîl ket destê çeteyên HTŞ'ê, piştî 2 meh û nîvan dîlgirtî ma rizgar bû. Narîn axîn a ku bahsa tevlibûna xwe ya nava YPJ'ê kir wiha got," Ez ji Tevgera jinan û ji felsefeya Rêber Apo bi bandor bûm. Piştî ku min Rêbertî xwend min xwest tevli nava refên YPJ'ê bibim." DÎMEN HEYE   * Di geşedanên 6 sal şûn de di dosyeya Gulistan Dokû de pêk hat pirsa wê kengî ev bûyer ji tarîtiyê derkeve ronahiyê, derxist pêş me.