ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2026'AN 2026-04-14 09:00:00   * Li ser axa Amedê, şano careke din di navbera gelan de dibe pirek. Di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, 17 welat bi temaya “Ji bo aştiyê diyalog” dicivin û li dijî şer, deng û rengê hunerê derdixin pêş. BI DÎMEN    * Hevseroka ANKA-DER’ê Ferîde Akturan diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê bi tena serê xwe têr nake û got: “Divê ziman wek fermî bê nasîn, statu bê dayîn û li her qadê bê axaftin. Divê di xizmetên perwerdehî, tenduristî û cemawerî de bi awayekî aktîf bê bikaranîn.” BI DÎMEN    *Jinên Êzidî yên li Rihayê ku Cejna Çarşema Sor ya ku di baweriya Êzidiyan de wek cejna herî pîroz tê dîtin, gotin: “Em dixwazin di vê cejnê de aştî bê.” BI DÎMEN