Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nezîr Acar pirsîn 2026-04-11 13:06:14   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1098'emîn de li aqûbeta Nezîr Acar ê ku di 8'ê Nîsana 1992'yan de hatibû windakirin pirsîn.    Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1098'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD'a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.   Dayikên Şemiyê vê hefteyê serpêhatiya Nezîr Acar ê ku berî 34 salan di sala 8'ê Nîsana 1992'yan de hatibû windakirin pirsîn.   Metna daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya ÎHD'e Oya Ersoy xwend.   Agahî ji Nezîr Acar nehat girtin   Oya Ersoy anî ziman ku li Tirkiyeyê polîtîkayên bêcezahiştinê tên pêşxistin û wiha axivî: “Hiqûq diyar e, divê heqîqet were eşkerekirin. Kiryar divê bên darizandin û cezakirin. Em di hefteya 1098emîn de li aqûbeta Nezîr Acar ê ku doza wî bi hinceta ‘demborî’ hatibû betalkirin dipirsin. Nezîr Acar 28 saliya xwe li gundê Yalnizê ya navçeya Kerboranê a Mêrdînê dijiya û bavê 3 zarokan bû. Nezîr Acar di sala 8'ê Nîsana 1992'yan de dema ku ji bo sewalan bistîne çûbû mala H.Kyê ê ji navçeya Kerboranê. Leşkeran di saet 20.00an de avêt li ser mala ku Nezîr Acar lê dima. Leşkeran Nezîr Acar jî nav de çavê 3 kesan girê da û wan birin Fermandariya Cenderme ya navçeya Kerboranê. Li wir îşkence li wan hate kirin, 2 kes paşê hatin berdan. Lê tu agahî ji Nezîr Acar nehat girtin.”   Dosyaya Nezîr Acar bi hinceta demboriye hat girtin   Di dawiya axaftina xwe de Oya Ersoy destnîşan kir ku Bav Halîl Acar ji bo aqûbeta zarokê xwe bizanê serî li Qeymeqamiya Kerboranê, Walîtiya Mêrdînê û Fermandartiya Alayê ya Mêrdînê da û got: “Lê herkes înkar kir û got ‘Nezîr Acar nehatiye binçavkirin.’ Piştî lêgerîna malbata Acar zext li ser wan zêde bû û Dayîk Celîle Acar hat binçavkirin û îşkence dît. Ji dayîk Celîle Acar re di îşkenceyê de hate gefa ‘Çawa ku me kurê te kuşt em ê te jî bikujin’ hat xwarin. Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê lêpirsînek baş nemeşand. Serlêdanê malbatê bêencam hate hiştin. Di sala 16'ê Mijdara 2012'yan de dosyaya Nezîr Acar bi hinceta demboriye hate girtin. Em di sala 34'emîn ya ku Nezîr Acar hatiye windakirin bang dikin peyva demborî ji bo hiqûqe heye, lê belê ji bo heqîqetê tune ye. Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin.”   Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.