Jina ku 9 roj bû winda bû kuştî hate dîtin 2026-04-06 20:19:37   EDENE- Bahar Aksut a ku 9 roj berê li Edeneyê winda bibû, di golek avê de kuştî hate dîtin.   Cenazeyê jinekê di golek avê de li Deşta Kurebeli ku li navçeya Tufanbeyli ya Edeneyê ye, hat dîtin. Şivanên ku heywanên xwe diçêrandin duh rewş dîtin û cenderme agahdar kirin. Lêkolînên destpêkê yên tîmên ku çûn cihê bûyerê destnîşan kirin ku jin bi alaveke tûj hatiye kuştin. Cenazeyê jina ku nasnameya wê nehat zanîn ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê.   Lêkolînan eşkere kir ku cenaze aîdî Bahar Aksut ya ku 9 roj berê winda bûbû. Otopsî nîşan dide ku Bahar Aksût bi qasî hefteyek berê hatiye kuştin.   Cenazeyê Bahar Aksut piştî otopsiyê radestî malbata wê hat kirin. Lêpirsîna bûyerê berdewam dike.