ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2026'AN 2026-04-06 09:00:00     *Sekreterya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn da zanîn ku ji bo avakirina civaka demokratîk yekitiya neteweyî girîng e û got: “Divê gelê Kurd yên li çar welatan hatiye parvekirin bibin yek. Rakirina sînorên dewletan zehmet bin jî, divê sînorên di dil û zîhnan de bên rakirin. Wê demê wê pêvajoya yekitiya kurdan pêş bikeve û bigihêje armanca xwe.” DÎMEN HEYE    *Jinên destvala ji bazarê vedigerin diyar dikin ku krîza aborî tundiya di nava malê de zêde dike û gotin ji ber pirsgirêka debarê nizanin ku çi xwarinê çêbikin. Jinan gotin çavkaniya pirsgirêkan krîza aborî ye.  DÎMEN HEYE