Rapora protestoyên Rojava: Herî kêm 930 kes hatin binçavkirin 2026-04-03 15:03:30   ENQERE - ÎHD’ê, da zanîn ku di çalakiyên ji bo Rojava hatin lidarxistin de herî kêm 930 kes hatine binçavkirin û rojnameger û zarok jî di nav de herî kêm 123 kes hatine girtin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên di dema çalakiyên prosteyî yên li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin de, parve kir. Rapor, li ser malpera ÎHD’ê hate weşandin. Di raporê de hate gotin ku li seranserî Tirkiye û bakurê Kurdistanê li zêdetirî 22 bajaran herî kêm 70 çalakiyên aştiyane rastî êrişa polîsan hatine, di êrişê de gazên îsotê, guleyên plastîk hatine bikaranîn û tundiya fîzîkî li gelek kesan hatiye kirin. ÎHD’ê, da zanîn ku di çalakiyan de herî kêm 930 kes hatine binçavkirin û rojnameger û zarok jî di nav de herî kêm 123 kes hatine girtin. Hat gotin ku di dema mudaxileya polîsan de kesekî jiyana xwe ji dest daye, gelek kes rastî îşkence û miameleya xerab hatine û ji kesên hatine binçavkirin herî kêm 46 biyanî hatine dersînorkirin.    Di raporê de ÎHD’ê destnîşan kir ku çalakiyên li Riha, Mêrdîn û Amedê ji hêla walîtiyan ve hatine qedexekirin û li Mêrsînê welatiyekî penaber bi guleyeke bêserûber hatiye avêtin jiyana xwe ji des daye. Her wiha di raporê de hate gotin ku herî kêm 5 kes birîndar bûne û ji van 4 jê rojnameger in.    Bi domdarî ÎHD’ê cih da binpêkirinên li dijî çapemenî û azadiya xweîfadekirinê û got; herî kêm 8 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin, nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Nedîm Oruç hatiye girtin, hesabên medyaya dijîtal ên Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS, ETHA, Rojnameya Yenî Yaşamê û AW’ê û gelek malperên înternetê hatin astengkirin û bi sedan hesabên medyaya dijîtal jî hatin girtin.    Di raporê de hate gotin ku ji ber naverokên parvekirinên li ser medyaya dijîtal gelek welatî hatine binçavkirin û girtin, 2 jê zarok bi giştî 4 kes ji ber parvekirina vîdeoya vehandina porê hatine binçavkirin û zraokek hatiye girtin. Hat gotin ku hemşîreyek ji ber parvekirina vîdeoya vehandina keziyan ji kar hatiye dûrxistin û bi hincerta ku trîbûnên Amedsporê kareografiya vehandina porê der heqê serokê kulubê û lîstikvan Çekdar Orhan de kirariyên îdarî hatine destpêkirin.    ÎHD’ê, di berdewama rapora xwe de da zanîn ku mudaxileya polîsan a di çalakiyan de ne mudaxileyeke mecbûrî û bipîvan bû û di vê mijarê de hiqûq hatiye binpêkirin, gelek caran di çalakiyan de gaza îsotê, guleyên plastîk, ava şid hatine bikaranîn, kiriyarên weke tundiya fîzîkî, ji pişt ve kelemçekirina destan, gef, miameleya biçûkxistinê û astengkirina xizmetên tenduristiyê hatine kirin. Hat daxuyandin ku di hinek bûyeran de tevî welatî pir giran birîndar bûne jî ji parastineke tibbî ya bibandor bêpar hatine hiştin û bi vê yekê re mafê jiyanê û qedexeya îşkenceyê hatine binpêkirin. ÎHD’ê, got ku xwegihandina parêzeran hatiye astengkirin û derengxistin, xwegihandina lîsteyên binçavkiriyan û agahiyên pêvajoyê hatine bisînorkirin, îfade bêyî parêzeran hatine girtin û temînatên parastina taybet a zarokan bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin û ev tevek jî nîşan didin ku ev binpêkirin ne şexsî lê xwedî karekterekî sîstematîk in.    Pêşniyar û daxwaz    Di raporê de ji bo pêşîlegirtina binpêkirinên maf ên di mudaxileyên bûyerên civakî de ev pêşniyar û daxwaz hatin kirin:    "*Divê der heqê binpêkirinên mafê jiyanê yên di dema mudaxilekirina protestoyan û piştre de hatine kirin, der heqê îdiayên îşkence û miameleya xerab, astengkirina xizmetên tenduristiyê, tundiya di pêvajoya girtîgeh û dersînorkirinê de tê kirin û der heqê hemû çalakiyên rayedarên cemaweriyê yên berpirsyar de tavilê lêpirsîneke bêalî, serbixwe û bibandor bê destpêkirin û berpirsyar bi necezakirinê neyên parastin.    * Hewceye qedexekirina protestoyên aştiyane bi temamî neyên qedexekirin, biryarên qedexeyê yên giştî yên walîtiyan bên betalkilrin, mudaxileyên polîsan bi rêgezên qanûnîbûn, armanca meşrû, mecbûrîtî û bipîvaniyê bên sînorkirin.    * Di tevahiya pêvajoyên binçavkirin, sewqk, nexweşxane, girtîgeh û dersînorkirinan de mekanîzmayên venêrînê yên serbixwe divê di dewrê de bin. Hewceye tevahiya pratîkên pêşiya belgekirina îdiayên îşkenceyê bên bidawîkirin û muayene û amadekirina raporan li gorî Protokola Stenbolê bên kirin.    *Hewceye destûr were dayin ku binçavkirî tavilê bikarin bi parêzeran re hevdîtinê bikin û pêwendiyan deynin; divê agahî ji parêzeran re were dayin ka miwekîlên wan li ku derê tên ragirtin, çi jiyaye û rewşa wan a tenduristiyê çawa ye. Îfadeyên bêyî parêzeran tên girtin, belgeyên bi rêya zextê tên îmzekirin û hemû pratîkên derhiqûqî yên ji bo afirandina delîlan divê tabiê pêvajoyên îdarî û cezaî bin.    * Divê zarok ji ber protesto û parvekirinên medyaya dijîtal neyên krîmînalîzekirin; ji bilî rewşên îstîsnaî divê zarok neyên girtin û binçavkirin. Hewceye zarok neyên kelemçekirin, bêyî parêzeran îfadeyên wan neyên girtini, di saetên derengiya şevê de rastî tu kirariyan neyên û di têketina girtîgehan de rastî miameleya xerab neyên. Der heqê van binpêkirinan de hewceye mekanîzmayên lêpirsînê yên tabet bikevin meriyetê.    * Divê di dema şopandina nûçeyan de rojnameger hedef neyên girtin, rastî îşkence û miameleya xerab neyên û neyên girtin; astengiyên li pêşiya malperên înternetê yên rojnameger û dezgehên çapemeniyê bên rakirin û hesabên wan ên medyaya dijîtal neyên girtin. Divê pratîkên keyfî yên cezakirinê yên ji ber parvekirinên medyaya dijîtal bi dawî bibin.    *Li dijî hedefnîşandan û gotinên nefretê yên ji ber nasnameya etnîkî têkoşîn were kirin; meqamên cemaweriyê û aktorên siyasî daxuyaniyên dijberiya civakê çêdikin û dijminatiyê kûr dikin nedin û zimanekî mafparêz û aştiyane bi kar bînin.    *Divêtin Tirkiye di çarçoveya peymanên mafên mirovan ên navneteweyî û berpirsyartiyên xwe yên Destûra Bingehîn de mafê jiyanê, qedexeya îşkenceyê, azadiya civîn û xwepêşandanan, azadiya xweîfadekirinê û mafê darizandina adilane bicih bîne û misoger bike. Her wiha divê Tirkiye ji bo vê bi mekanîzmayên venêrînê yên neteweyî û navneteweyî re hevkariyeke baş bike û li gorî wan tevbigere.”