Li Mêrsînê ji bo Herfteya Lehengiyê bîranîn 2026-03-30 16:45:24     MÊRSÎN – Li Mersînê di çarçoveya Hefteya Qehremaniyê ya di navbera 21-28’ê Adarê de ku ji aliyê MEBYA-DER’ a Çukurovayê ve hat birêvebirin, bîranînek hat lidarxistin. Peyama ku di bîranînê de hat dayîn ev bû: "Em ê her tim li kêleka Rêberê xwe û şehîdên xwe bin."   Şaxa Mersînê ya Komeleya Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya Çukurovayê ya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyö Winda Kirine (MEBYA-DER)  di çarçoveya Hefteya Qehremaniyê ya di navbera 21-28’ê Adarê de bîranînek li dar xist. Di bîranîna ku li avahiya MEBYA-DERê hat lidarxistin, Komeleya Pıştevaniya bı Malbatên Girtî û Hukumxaran re ya Çukurovayê (TUHAY-DER) Şaxa Mersînê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad ( TJA) û rêxistinên bajar û navçeyên Mersînê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) beşdar bûn. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hola ku bîranîn lê hat lidarxistin hatin daliqandin.   Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.   Hevserokê Şaxa MEBYA-DER a Mêrsînê ya Çukurovayê Bahattîn Bektaş, di bernameyê de axivî û got, "Têkoşîna ku ji hêla qehremanên me ve hatî dayîn me anî vir. Em her gav deyndarê wan in."   'Em ê her gav li kêleka Rêberê xwe û şehîdên xwe bin'   Piştre Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Emîne Eren, got, "Gelê Kurd deyndarê Rêber Apo û şehîdan ey. Me di vê têkoşînê de bedelên giran dan û gelek êş kişand, lê em poşman nînin. Em ê her gav li kêleka Rêberê xwe û şehîdên xwe bin.   Piştî axaftinan, slaytek ku têkoşîna azadiya Kurd nîşan dide hate nîşandan. Di dema slaytê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.   Bername bi stranên lehengiyê bi dawî bû.