Li Stenbolê Newroza 'Azadî û Demokrasiyê' 2026-03-22 10:15:39   STENBOL - Li Stenbolê Newroza “Azadî û Yekitiya Demokratîk” bi tevlîbûna milyonan kesan dest pê kir. Di pîrozbahiya Newrozê de peyamên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yekitiyê tên dayîn   Pîrozbahiya Newroza Stenbolê ya ku îsal bi dirûşmeya, “Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê lidarxistin. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî, al û filameyan kesk, sor û zer tev li pîrozbahiyê Newrozê bûn. Pîrozbahî ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.    Girse li qadê dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” berz dike. Qada Newrozê bi dengê dirûşman olandide û bi rengên ji hev xweşiktir xemilî ye. Pêştî koma ribabê derket ser dikê, bi hezaran kes govendê digerînin. Coşa pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê ku li Qada Yenîkapiyê tê lidarxistin, her ku diçe zêde dibe. Bi deh hezaran kesan qad tije kirine û herikîna ber bi qadê ve jî hêj didome.    Bi destpêkirina bernameyê re dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî koma dahol û zirneyê li ser dikê cihê xwe girt. Girseyê, demekî dirêj govend gerand.    Li qadê pankartên mezin ên bi nivîsa “Emperyalîzm dijminê sereke ye, gel xwişk-bira ne” û “Bijî azadî, bimire koletî” hatin hilgirtin.    Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan di pîrozbahiyê de axivîn. Arîfe Çinarê got: “Ez bejna xwe li ber coş û kelecana we ditewînim. Ev qad, îro ji ber têkoşîna we tije ye. Newroza we pîroz be.” Bi domdarî Arîfe Çinarê, anî ziman ku îro ji ber têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd pêşiya mercên jiyaneke wekhev û azad vebûye û got: “Yê ku ev pêk anî jî birêz Ocalan e û Newroza wî pîroz be. Modela çareseriya demokratîk ew e ku gel û jin di şertên wekhev de bijîn. Dema em li pêvajoya salek û nîve didome dinêrin, dibînin ku gaveke şênber nehatiye avêtin. Heke îktîdar û dewlet jidil bin, bila demildest gavên şênber biavêjin. Gelê Kurd heqîqeta xwe dît. Birêz Ocalan rêya siyaseta demokratîk vekir.”    Li Stenbolê agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Çetîn Arkaş, aktivîstên TJA Gulten Kişanak û Sebahat Tuncel û Hevdervka HDKê Meral Daniş Beştaş ve hat pêxistin.   Di pîrozbahiyê de danezana hevpar a Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê hate xwendin. Di danezanê de gel hate silavkirin û Newroza hate pîrozkirin. Hat gotin ku Newroz, ne tenê hatina biharê lê di heman demê de serhildana li dijî zilmê, kedxwarî, zext û înkarê ye.     Bi domdarî îşaret bi şerên li Rojhilata Navîn û êrişên ser Rojava hate kirin û hate gotin ku pêdiviya vê xakê ne bi zêdetir bombebaran, gef û êrişan lê pêdiviya wê bi wekheviya gelan, aştî û azadiyê heye. Êrişên li dijî Sûriyeyê li dijî Elewiyan hatin bibîrxistin û hate gotin ku divê tu gel û bawerî nebin hedef û ew vê qebûl nakin. Her wiha bertek nîşanî êrişên ser Rojava da û hate gotip ku ew li dijî êrişên ser têkoşîna hevpar, jiyana demokratîk a li ser bingeha weheviyê û azadiyê ne.    Hat destnîşankirin ku êrişên emperyalîst ên li dijî Îranê herêmê ber bi şerekî mezintir û bêîstiqrariyeke mezintir dibe. Bi domdarî wiha hate gotin: “Li Rojhilata Navîn çareserî, di tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan, wekhevî û xwişk-biratî ye.” Her wiha îşaret bi xizanî, kedxwarî, bêkarî, krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê hate kirin û hat gotin ku çavkaniyên cemaweriye pêşkeşî komeke sermayedar tên kirin. Bi domdarî zext, mudaxileyên li dijî îradeya gel, rejîma qeyûm û hwd. hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Demokrasî, naskirina îradeya gel, azadiya xwebirêxistinkirinê, hemwelatiya wekhev û parastina jiyana civakî ya li dijî rejîma zextê ye.”    Di danezanê de hate destnîşankirin ku têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jnan û têkoşîna kedkar û karkeran ji hev cuda nînin û hate gotin ku dê serî li ber serweriya mêr, tundî, paşverûtî û polîtîkayên jiyana jinan dorpêç dikin netewînin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Tu tarîtî bêdawî nînin.”    Herî dawî jî wiha hate gotin: “Agirê Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq hilkirî îro rêya me ronî dike. Ev agir, li dijî şer aştiyê, li dijî kedxwariyê kedê, li dijî înkarê wekheviya gelan û li dijî paşverûtiyê jî agirê azadiyê ye. Em ê berxwedan û hêviya Newrozê mezin bikin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin. Em ê bi hev re bi ser kevin.”    Bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê bûn. Di pîrozbahiyê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.    Berfirehiya nûçeyê tê...