Li navçeyên Manîsayê pîrozbahiyên Newrozê 2026-03-21 20:09:47   NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeyên Salîhlî, Turgutlu û Alaşehîr ya Manîsayê, pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de balkişandin ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newroza Amedê de hatiye xwendin.   Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Salîhlî, Turgutlu û Alaşehîrê, pîrozbahiyên Newrozê li dar xistin. Gelek welatî tevli pîrozbahiyên Newrozê bûn. Di pîrozbahiyan de bi domdarî dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hatin qêrîn.   Turgutlu   Rêxistina DEM Partiyê ya Turgutluyê li Qada Newrozê ya Kolana Set Ustu daxuyaniyek da û Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan beşdarî daxuyaniyê bû. Huseyîn Olan di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku Newroz ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî wateyeke mezin e û wiha got: “Îro em Newroza azadî û yekitiya demokratîk pîroz dikin. Birêz Ocalan ji Girava Îmraliyê Newroza gelê Kurd pîroz kir. Divê gelê Kurd hîn bêtir xwedî li vê Newrozê derkeve. Peyama Birêz Ocalan ev bû: Xwedî li hebûna xwe û Newroza azadî û yekitiya demokratîk derkevin."   Pîrozbahî bi govendên bi coş û dirûşman ve bi dawî bû.   Alaşehîr   Pîrozbahiya Newroza ku ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Alaşehîrê ve li Bazara Taxa Yeni Mahalle hat pîrozkirin. Nivîskar Ahmedê Bilokî û endamên Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Besriye Tekgur û Aydin Çetînkaya jî beşdarî Newrozê bûn. Li vir Ahmedê Bilokî axivî û Newroza hemû gelê Kurd pîroz kir û got: “Ji Alaşehîrê heta Amedê em silavên xwe ji hemû gelê xwe re dişînin. Ev bajarê ku em lê Newrozê pîroz dikin, warê Kenan Evren bû. Kenan Evren li zindana Amedê îşkence li zarokên gelê Kurd dikir. Lê îro em li vir Newrozê pîroz dikin. Ev yek bi saya Rêber Apo pêk hat.”   Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.   Salîhlî   Newroza ku ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Salîhliyê ve li Qada Newrozê ya Taxa Gaffar Okan hat pîrozkirin, bi beşdariya gelek welatiyan derbas bû. Di Newrozê de Koma Çiya û hunermendên herêmî derketin ser dikê û govendên bi coş hatin gerandin. Pîrozbahî bi dirûşman ve bi dawî bû.