Di Newroza Kocaeliyê de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin 2026-03-21 18:39:33     KOCAELÎ-Polîsan êrîşê girseya di pîrozbahiya Newroza Daricayê de kirin û herî kêm 8 kes binçavkirin.   Li baxçeyê Mîlet a Darica ya navçeya Darica ya Kocaeliyê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz hat pîrozkirin.   Polîsan êrîşê girseya ku çû Newrozê kir. Di êrîşan de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. Her wiha polîsan hevserokê DEM Partî ya Gebzeyê Omer Yildiz derb kir.