Kemal Kurt li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn 2026-03-21 10:45:31   AMED - Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an de ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin, li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn.    Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de ji hêla polîsan ve li benda kontrolê ya têketina qada pîrozbahiyê hatibû qetilkirin, li cihê lê hatî qetilkirin hat bibîranîn.    Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê û şandeyên ji Ewropa û Başûrê Kurdistanê beşdarî bîranînê bûn.   Hevseroka DBP Keskin Bayindir di bîranînê de de axivî û got: "Gelek şehîdên me ji Newrozê hene. Di demên dawî de, Kemal Kurkut me pir xemgîn kir. Ji niha û pê ve, em hêvî dikin ku Newroz li seranserê Kurdistanê bi kêfxweşî û azadiyê were pîrozkirin. Bila êdî kes neyê girtin û îşkencekirin. Kemal Kurkut şehîdê me yê Newrozê ye. Em careke din ji vir soz didin; em ê cejna Newrozê bikin aştî, bextewarî û azadiyê. Ew ê ji bo Kurdan bibe Newrozeke aştî, azadî û yekîtiyê."